12:53 20 Tebax 2017
Zindî
    ALMANYA-POLÊS

    Polêsên alman girtin ser komên Selefî

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li bajarê Bremena Almanyayê polêsan bi gumana 'cîhadîstan' girte ser 9 adresan.

    Navenda nûçeyan — Piştî êrişên terorîstî yên li bajarên Parîs û Brûkselê dewleta Almanyayê bergiriyên xwe yên ewlehiyê zêdetir kir. Polêsên alman îro bi gumana komên cîhadîst û Selefî girte ser gelek mal û ofîsan. Operasyon bi hevkariya hêzên taybet yên Berlîn û Hamburgê di saet 6ê sibehê de hate kirin. Di dema operasyonê de polêsan girte ser 9 navnîşanên cuda û li gelek mal û ofîsan lêgerîn kirin. Hate gotin ku derheqê encama operasyonê de hêj tu agahî nehate dayîn.

    Hêjayê gotinê ye ku li gorî daxuyaniya Beşa Îstîxbarata Almanyayê, hejmara radîkalên Îslamîst yên li Almanyayê gihîştiye 8 hezaran  û ji hezarî zêdetir ji wan weke ‘zêde bi talûke' têne binavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Komên îslamîst ên radîkal gef li Rûsyayê xwarin
    Sûriye – 9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin
    Gelo DAIŞ dixwaze şerê Tirkiyê bike?
    DAIŞ: ‘Me li Somaliyê êrişa xwe ya pêşî pêk anî'
    Balûken: Agahiyên cidî hene ku DAIŞ êrişî HDPê û CHPê bike
    Etîketan:
    selefî, selefi, bremen, alman, radîkal, cîhadîst, terorîst, almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de