20:27 17 Tebax 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çawûşoglû: Moşekên HIMARSê di meha gulanê de tên Tirkiyê

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglû aşkere kir ku derbarê bicîkirina sîstema moşek ya HIMARSê yên DYAyê wan û Washîngtonê li hev kirine. Li gor Çawûşoglû wê moşekan di meha gulanê de bînin Tirkiyê û li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bi cî bikin.

    Navenda Nûçeyan — Çawûşoglû di dema serdana xwe ya Îmaratê de ji rojnameya Haberturkê re axivî. Wezîrê Tirk dibêje ku armanca me ya esasî ew e ku herêma Minbiçê ji DAIŞê paqij bikin ku 98 kîlometir e. Dema ku me ev pêk anî ji xwe wê herêma ewle bixwe pêk be.

    Herêma Minbicê 30 kîlometir dûrî sînorê Tirkiyê ye û di navbera Cerablûs û Ezaz ê de cî digire.

    Li gor Çawûşoglû divê li hember DAIŞê piştgiriya muxalefeta nerm him ji asman û him jî bejayê bê kirin. Herweha Çawûşoglû îdîa kir ku derbarê girtina herêma Minbicê de wan û Emerîkayê li hev kirine. Wezîr Çawûşoglû derbarê herêma ewle de got ku piştî çekên nû li herêmê bicî bibin jixwe wê ev herem bixwe derkevin holê û îdîa kir ku Serokê DYAyê Obama jî piştgiriya van herêman kiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: ‘Ez amade me bi Lavrov re hevdîtinê bikim'
    Cerablus - Li dijî DAIŞê 25 operasyon 60 kuştî
    Etîketan:
    Mewlût Çawûşoglû, Cerablûs, Ezaz, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de