22:23 17 Tebax 2017
Zindî
    Angela Merkel

    ‘Merkel di navbera Erdoganî û gelê alman de maye’

    © REUTERS/ Hannibal Hanschke
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Kovara Slateê ragihand ku rewşa serokwezîra alman Angela Merkel piştî serdana Tirkiyeyê, di nav gelê Almanyayê de hîn xerabtir bû.

    Navneda Nûçeyan  — Kovarê ragihand ku Merkelê xwest ku bi kevirekî du çivîkan bikuje lê bi ser neket û wiha dewam dike: "Gazindên Erdoganî Merkel şermezar kir û ew xist rewşeke nebaş. Eger daxwaza serokê Tirkiyeyê nepejirîne, dibe ku nikaribe rê li ber herikîna penaberan bigire. Lê eger daxwaza wî bipejirîne jî ew ê bê tawanbarkirin ku bi ya serokekî otorîter dike ku li dijî azadiya derbirînê de û li dijî kurdan şer dike".

    Slate dibêje: "Merkel daxwaza Erdoganî pejirand" û ev kiryara Merkelê bû sedem ku raya giştî ya alman Merkelê tawanbar bike ku ew berjewndiyên Erdoganî di ser azadiya axiftin û gelê Almanyayê de digire.

    Bi heman mijarî:

    Merkel û Davutoglu çûn kampa penaberan
    Serokwezîra Almaya Merkel li Dîlokê ye
    Merkel: Min şaşî kir!
    Merkel derbarê Tirkiyayê de daxuyanî da: ‘Em bi endîşe ne'
    Johnson:'Merkel, ji bo razîbûna Erdogan zoriyê li çapemeniyê dike'
    Merkel naçe Kilîsê lê belê diçe Entabê
    Etîketan:
    azadiya derbirînê, kurd, Slate, Recep Tayyip Erdogan, angela merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de