16:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Zarokê penaber yê kurd yê ji Sûriyê

    Îngîltereyê zarokên penaber yên bêkes qebûl nekirin

    © AP Photo/ Vadim Ghirda
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Parlamena Îngîltereyê, pêşnûmeyek derbarê qebûlkirina 3 hezar zarokên penaber yên bêkes de red kir.

    London — Pêşnûme ji hêla parlamenterê Partiya Karkeran Lord Alf Dûbs ve hate dayin ku Dûbs ji ber qirkirina Naziyan reviyaye û hatiye Îngîltereyê. Pêşnûmeya ku Dûbs ji bo guhertina yaseya Penaberan pêşkêş kiriye bi 294 dengan ve hate red kirin. Tenê 276 parlamenderan dengên erê bi kar anî.

    Li gor Partiya Muhafezekar sedemên redkirinê ew in ku dibe malbat bi tena serê xwe zarokên xwe bişîn Ewropayê û ev jî dibe bibe sedema ku zarok bikevin nav destên qaçaqçiyan û jiyana zarokan di rêya behrê de tekeve xetereyê.

    LI EWROPAYI BI DEH HEZARAN ZAROKÊN BÊKES KENE

    Li kampên penaber yên Ewropayê hejmara zarokên bêkes digihêje deh hezaran. Herweha bi hezaran zarok winda bûne. Îngîltereyê ji sala 2014a û heta niha 1337 penaberên Sûriyê qebûl kiriye. Li paytext Londonê tenê 43 penaber hene.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    IOM: Her roj 150 penaber ji Tirkiyeyê diçin giravên Yûnanîstanê
    Gîtarîstê Penaber: Dixwazim bibim muzîkjenekî mezin
    100 hezar penaber ber bi Tirkiyeyê ve direvin
    Papayî 12 penaber birine Vatîkanê
    Di nava du rojan de, 4 hezar penaber ji mirinê hatin rizgarkirin
    Li Almanyayê bi hezaran zarokê penaber windayî ne!
    Etîketan:
    Partiya Karkeran, Parlamena Îngiltere, penaber, Lord Alf Dûbs, London, Sûriye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de