12:48 20 Tebax 2017
Zindî
    Seroka dîplomasiya Ewropayê  Federica Mogherini

    Mogherini:'Tenê rêya modernbûna Tirkiyeyê endamtiya Ewropayê ye'

    © Sputnik/ AA / Dursun Aydemir
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku tenê rêya modernbûna Tirkiyeyê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye.

    Navenda Nûçeyan — Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di hevpeyvina xwe ya radyoyê France Interê de ragihand ku tenê rêya modernbûna Tirkiyeyê her çikas hê dûr be jî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye. Lewra endamtiya wê jî bi mizakereyan ve girêdayî ye.

    Piştî îmzekirina peymana penaberan a di navbera Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê de tê pêşbînikirin ku mizakere tekevin lezgînê.

    ​Ji aliyê din ve Federica Mogherini di berdewamiya hevpeyvina xwe de got:'Dest pê kirina endamtiya mizakereyên nû, dikare Tirkiyeye di modernbûna dewletê de, azadiya çapemenî, rêzgirtina mafên bingehîn û di nêrina pirsgirêka kurdî de bibe sedema diyaloge û rêyeke nû veke.'

    Mogherini di dirêjiya hevpeyvina xwe de behsa serbestiya vizeyê kir û got:'Di çarçoveya peymana penaberan de piştî ku hikumeta Tirkiyeyê hemû kriter bi cih anîn dê serbestiya vizeyê were dayîn.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mogherini: ‘Divê Tirkiye bi kurdan re dest bi hevdîtinên aştiyê bike'
    Zîrweya YEyê û Tirkiyeyê dirêj bû, Mogherini Tirkiye rexne kir
    Mogherini: Dewletên Ewropa piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan
    Mogherini ji bo aştiyê bang li Netenyahu û Abbas kir
    Ewropa bi bêdengî sûcên Erdogan teqîp dike
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Federica Mogherini, Tirkiye, Yekîtiya Ewropayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de