21:36 19 Tebax 2017
Zindî
    Êrişa 11ê Îlonê

    Amerîka, wê kengî belgeyên 11ê Îlonê ku Siûdî nîşan dide biweşîne?

    © AP Photo/ William Kratzke
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1120

    Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê James Clapper ragihand ku Amerîka wê belgeyên 11ê Îlonê ku Erebîstana Siûdî nîşan dide biweşîne.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina El Qaîdeyê di 11ê Îlonê de li Amerîkayê li hemberî avahiyên Navenda Bazirganiya Cihanê êriş pêk anî û di encama êrişê de zêdetirî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû, di belgeyên ku ji 28 rûpelan pêk dihat de behsa rola Erebîstana Siûdî dikir.

    Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê James Clapper di xwarina sibehê ya Christian Science Monitorê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got:'Belgeyên 11ê Îlonê ku Erebîstana Siûdî hem êriş finanse kir û hem jî birêvebir, ev 14 sal in ji gel hatine veşartin lê dibe hetanî meha hezîrana pêşiya me were weşandin.

    Obama li dijî pêşnûmayê derket

    Li gorî nûçeya New York Timesê, heke ev îdia ku ji bo êrişên 11ê Îlonê navê Erebîstana Siûdî derbas dibe û Kongreya Amerîkayê dadgehkirina Riyadê qebûl bike, Erbîstana Siûdî Amerîka bi kêmkirina buhayê petrolê tehdîd kiribû, lê Serokê Amerîkayê Barak

    Selman bîn Ebdulezîz
    © AFP 2017/ Fayez Nureldine
    Obama di televîzyona CBSê de di bernameya This Morning de li dijî pêşnûmayê derketibû.

    Ji kongreyê heta 6ê Gulanê mawe

    Kongreya Amerîkayê, ji bo ev belgeyên ku Edward Snowden derxistin holê nameyek ji Saziya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) şand, di nameye de daxwaz kir ku çend kes di guhdarkirina vê çarçoveyê de hatine guhdarkirin û heta 6ê Gulanê mawe jê xwestibû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo Xurmatûyê bang kir
    Amerîka: ‘Leşkerên me yên li Sûriyayê dê raste rast beşdarî şer nebin'
    Amerîka dê 6 milyon dolar pere bide malbata zarokê ku ji aliyê polêsan ve hate kuştin
    WSJ:'Amerîka 250 leşkerên taybet dişine Rojava'
    Amerîka:'Em doza akademîsyenan ji nêz ve dişopînin'
    Etîketan:
    Êrişa 11ê Îlonê, Dewleta Erebîstana Siûdî, Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), James Clapper, Edward Snowden, Barak Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de