20:20 27 Gulan 2018
Qirkirina Ermenan

Konsolosiya Tirk daxwaza astengkirina filmê qirkirinê kiriye

© AP Photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Serkonsolosê Stockholmê yê Tirkiyê ji televizyona TV4ê ya Swêdê xwestiye ku belgefilma bi navê "Seyfo 1915-Qirkirina Asûriyan" nedin nîşandan. Li hember vê daxwazê rêvebiriya kanalê helwesteke tund daye xuyakirin.

Navenda Nûçeyan — Kanala televizyonê TV4ê, duh evarê belgefilma bi navê 'Seyfo 1915 — Qirkirina Asûriyan' weşand. Dîrektorê Programê yê TV4ê Vîveka Hansson, li ser malpera fermî ya kanalê aşkere kir ku Serkonsolosiya Tirkiyê xwestiye li ser kanala wan fişarê bike ku ew biryara weşandina belgefilmê careke din binirxînin.

Hanssonê diyar kiriye ku Berdevkê Çapameniyê yê Serkonsolosiyê Arif Gulen ji wan re emaîl şandiye, lê wan ti carî daxwazên bi vî awayî qebûl nekirine û hewldanên li hember azada fikr û ramanê her wext protesto dikin.

Di daxuyaniya malpera kanalê de hatiye diyar kirin ku Gulen li hember bikaranîna têgeha ‘qirkirinê' derketiye.

 

 

Bi heman mijarî:

KCD: Qirkirina li hemberî Ermeniyan îro li dijî Kurdan tê kirin
Pirsgireka azadiya çapameniyê li Tirkiyayê di demek nêz de nayê çareserkirin
Rojnamevanê alman:'Astengkirina azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di asteke bilind de ye'
Ji bo azadiya medyayê di nav 180 welatan de Tirkiye ya 151ê ye
New York Times: Mûzakereyên Azadiya Ramanê bi zordaran re nayê kirin
Etîketan:
Qirkirina Asuriyan, TV4, Vîveka Hansson, Arif Gulen, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de