04:50 19 Çile 2018
Zindî
    Eşref Ganî

    Afganîstanê bangî Pakîstanê kir:'Ferqa terorîstê baş û xirab tuneye'

    © AP Photo/ Rahmat Gul
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Afganîstanê Eşref Ganî ragihand ku ferqa terorîstê baş û xirab tuneye, Pakîstan li nava axa xwe yan bila bi Talîbanê re tekoşînê bide an jî bila wan teslîmî me bike.

    Kabîl - Serokomarê Afganîstanê Eşref Ganî di parlamentoyê de ragihand ku ferqa terorîstê baş û xirab tuneye. Ez bangî Pakîstanê dikim, an bila li nava axa xwe bi rêxistina Talîbanê re tekoşîna leşkerî bide an jî bila wan teslîmî me bike.

    Eşref Ganî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Li Afganîstanê ji bo bi dawî anîna şer em banga aştiyê dikin, lê mixabin bi êrişan bersiva me didin. Berê jî me daxwaz ji Pakîstanê kiribû ku Talîbanê tevlî hevdîtinên aştiyê bike. Hikumeta Pakîstanê li nava axa xwe yan bila bi Talîbanê re tekoşîna leşkerî yan jî bila wan teslîmî me bike. Lewra Pakîstan cûdahiya terorîst baş û xirab dike, lê em dizanin di navbera terorîstan de ferqa baş û nebaş tuneye.'

    Dibe endamên Talîbanê werin îdamkirin

    Ganî di dirêjiya axaftina xwe de got:'Rêxistina Heqqanî, DAIŞ û El Qaîde ji kuştina sivîlan zewqê distînin û hinek grûbên Talîbanê dijminê Afganîstanê ne. Dema efûyê derbas bû û milîtanên ku werin girtin dê bi awayekî cidî werin darizandin û heke hewce bike dibe werin îdamkirin jî. Em ê bi hemû hêza li dijî Talîbanê tekoşînê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Talîban Li Afganistanê êrişî bajêr kir: 9 kuştî
    Talîban li Afganîstanê herêmek bi dest xist
    Di nava Talîban de krîza serokatiyê: 70 kes hatin kuştin
    Mûşeref: Me Talîban li hemberî Rûsyayê perwerde kir
    Kabûl-Talîban-Gotebêj
    Etîketan:
    Rêxistina Heqqanî, El Qaîde, Rêxistina Talîbanê, Hikumeta Pakîstanê, Serokomariya Afganîstanê, Eşref Ganî, Kabîl, Afganîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de