03:21 26 Gulan 2018
Artêşa Amerîkayê

WSJ:'Amerîka 250 leşkerên taybet dişine Rojava'

© Flickr / Morning Calm Weekly Newspaper Installation
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê ji Wall Street Journalê re ragihand ku ji bo piştgiriya hêzên YPGê li Sûriyeyê di şerê DAIŞê de 250 leşkerên din jî dê bişîne wî welatî.

Avahiya wezareta karên derve ya Amerîkayê
© AP Photo / Luis M. Alvarez
Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya BBCyê wî berpirsê amerîkî amaje kiriye ku mebesta wan ji vê yekê ew e ku li Rojava erebên sune teşwîq bikin da ku tevlî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

Hat gotin ku ew leşkerên li Rojava bi cih bibin dê beşdarî pevçûnan nebin. Ji aliyê din ve li gorî ajansa APê jî piraniya van leşkerên bêne şandin ji hêzên taybet pêk tê û her wiha di nava wan de komên nojdarî û lojîstik jî dê hebin.

Tê pêşbînîkirin ku Serokê Amerîkayê Barack Obama şandina wan leşkeran dê îro li Almanyayê eşkere bike.

Wekî tê zanîn Amerîkayê beriya niha jî artêşek ji 50 leşkeran pêk hatibû ji bo piştevaniya YPGê şandibû Rojava.

Bi heman mijarî:

Amerîka bo YPGê 200 leşkeran dişîne Rojava
Washîngton: ‘Rojeva Amerîka û Tirkiyeyê dê PYD û xweseriya Rojava be'
Amerîka li Rojava balafirgehên leşkerî ava dike
Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
Amerîka: ‘Dibê Rojava bibe herêmeke otonom'
Etîketan:
Yekîneyên Parastina gel(YPG), Artêşa Amerikayê, Barak Obama, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de