09:59 18 Tebax 2017
Zindî
    Barak Obama

    Obama: Kêşeya Sûriyeyê bi şandina hêzên bejayî nayê çareserkirin

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Serokê Amerîkayê Barack Obama diyar kir ku şandina hêzên bejayî bo Sûriyeyê, şaşî ye û çareyên leşkerî bi tenê dê nikaribin kêşeyên Sûriyeyê çareser bikin.

    Navenda Nûçeyan  —  Obama di serdana xwe bo Brîtanyayê de, bi BBCyê re axivî û diyar kir ku "tenê çare û hewldanên leşkerî dê kêşeya Sûriyeyê çareser nekin. Bikaranîna hêzên bejayî ji bo rûxandina rejîma Esadî jî şaş e".

    ​Herwiha serokê Amerîkayê teqez kir ku DAIŞ zû bi zû têk neçe û wiha domand: "Di van neh mehên min ên mayî de, DAIŞ dê têk neçe lê gelek erdên di destê wê de dikarin werin rizgarkirin û ew herêmên kontrol dikin hêdî hêdî bên kontrolkirin".

    "Rewşa Sûriyeyê agir bi dilê mirovî dixîne û gelekî tevlihev e"

    Serokê Amerîkayê eşkere kir ku rewşa Sûriyeyê gelekî tevlihev e û mirovî gelekî xemgîn dike û wiha dewam kir: "Hewldanên leşkerî û şandina hêzên bejayî jî dê kêşeya Sûriyeyê çareser nekin".

    Bi heman mijarî:

    Dawûtoglû daxwaza hevdîtinê ji Obama kir
    Kremlîn: ‘Obama, pêşbîniya Pûtîn serast kir'
    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'
    Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
    Etîketan:
    Hewldanên leşkerî, BBC, Barack Obama, Esad, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de