07:55 24 Tebax 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu û Vladimir Pûtîn

    Kremlîn:'Jetên rûsî êrişî balafirên Îsraîlê nekirine'

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov bersiva çapemeniya Îsraîlê da û ragihand ku jetên rûsî li Sûriyeyê êrişî balafirên îsraîlî nekirine û ev îdia ji rastiyê dûr in.

    Moskova - Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov bersiva çapemeniya Îsraîlê ku îdia kiribûn jetên rûsî li Sûriyeyê êrişî balafirên Îsraîlê kirine da û ragihand ku jetên rûsî li Sûriyeyê êrişî balafirên îsraîlî nekirine û ev îdia ji rastiyê dûr in.

    Ev nûçe ne rast e

    Rojnameya Yedioth Ahronotha îsraîlî di nûçeya xwe de îdia kiribû ku jetên rûsî li Sûriyeyê êrişî balafirên îsraîlî kirin. Ev nûçe piştî hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskovayê civîn kiribûn hatibû weşandin.

    Dmitriy Peskov di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:' Rojname gelek tiştan dinivîsin. Ji bo vê nûçeyê hewceyî bi şîrovê tuneye. Ne rast e ku Pûtîn û Netanyahu di hevdîtina xwe ya Moskovayê de behsa vê mijara êrişa balafiran kirine.'

    Ji bo meclîsa Kirim û Tatarê em guh nadin wesiyetên derve

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got:'Mijara qedexekirina Meclîsa Kirim û Tataran pirsgirêkeke Rûsyayê ya navxweyî ye û di vê babetê de em guh nadin wesiyetên ku ji derve werin gotin.'

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn:'Paşxistina hevdîtinên Cenevreye me ditirsîne'
    Kremlîn:'Divê hevdîtinên Cenevreyê bidomin'
    Kremlîn:'Tu planeke Pûtîn ku bi Silêmanî re hevdîtinê bike tuneye'
    Kremlîn: ‘Obama, pêşbîniya Pûtîn serast kir'
    Kremlîn: 'Armanca belgeyên Panamayê hedef girtina Pûtîn e'
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Benjamîn Netanyahu, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de