21:41 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Parlamentoya Hollandayê bertek nîşanî daxwaza konsolosê tirk da

    © Foto: AA/ Yasin Bülbül
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1610

    Parlamentoya Hollandayê bertek nîşanî daxwaza konsolê tirk ê li Rotterdamê ku gotibû ‘heke hûn rastî kesên ku heqaretê li Erdogan bikin bibin, ji me re bêjin' û ev helwesta wî şermezar kir.

    Navenda Nûçeyan - Parlamentoya Hollandayê bertek nîşanî daxwaza konsolê tirk ê li Rotterdamê ku gotibû ‘heke hûn rastî kesên ku heqaretê li Erdogan bikin bibin, ji me re bêjin' û ev helwesta wî şermezar kir.

    Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ev daxwaz gelek ecêb dît û çapemeniya Hollandayê jî ev daxwaza konsolê tirk ê Rotterdamê wekî ‘banga sîxurtiyê' bi nav kir.

    Her wiha parlamentoya Hollandayê ev hewldan wekî şikesteka xeyalan bi nav kir û banga konsolê tirk ê Rotterdamê şermezar kir.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders ku endamê Partiya Rastgîr a Lîberal (VVD) û şirîkê hikumetê ye bangî balyozê Tirkiyeyê yê Laheyê kir û agahî jê xwestin. Piraniya partiyên parlamentoyê piştgirî dane vê pêşniyarê. Her wiha partiya din a şirîkê hikumetê Partiya Karkeran (PVdA) daxwaza konsolê Rotterdamê wekî ‘xeternak' nirxand.

    Wekî tê zanîn Konsolê Tirkiyeyê yê Rotterdamê tevlî civîna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a muxtaran bibû û li Kulliyeya Serokomariyê axaftinek kiribû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan ji bo sûcên xwe veşêre çapemeniyê asteng dike'
    ‘Bila qanûna cezayê ya heqareta li Erdogan bê rakirin'
    Rojnamevanê rûsî:'Pûtîn, nexwest Erdogan di avê de bixeniqe'
    Li Britanyayê bo Erdogan pêşbaziya helbestan tê lidarxisitin!
    Dîroknasê tirk ji Erdogan re: ‘Em ne di sedsala 19emîn de ne'
    Etîketan:
    Kulliyeya Serokomariyê, Parlamentoya Hollandayê, Partiya Rastgîr a Lîberal (VVD), Partiya Karkeran (PVdA), Recep Tayyip Erdogan, Bert Koenders, Mark Rutte, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de