02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Koşka Spî (Qesra Spî)

    Amerîka:'Em doza akademîsyenan ji nêz ve dişopînin'

    © Flickr/ DVIDSHUB
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku em doza akademîsyenên ku ji bo aştiyê daxuyanî îmze kiribûn ji nêz ve dişopînin.

    Washîngton - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku em doza akademîsyenên ku ji bo aştiyê daxuyanî îmze kiribûn ji nêz ve dişopînin. Doza akademîsyenan dê îro li edlîyeya Çaglayana Stenbolê were dîtin.

    John Kirby di civîna çapemeniyê de li hemberî pirsa akademîsyên Tirkiyeyê bersiv da û got:'Beriya her tiştî ez vê bêjim ku em dozê ji nêz ve dişopînin. Wekî ku me berê jî gotibû, em hikumeta Tirkiyeyê sewqî demokrasiye, dadgeha serbixwe û prensîbên makezagonê dikin û em ê vê bidomînin.'

    Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got:'Piraniya dîplomatên amerîkî dozên wiha dişopînin, lê nizanin gelo tu kes wê tevlî dozê bibe an na.'

    Ji bo akademîsyenên girtî Yrd.Doç.Dr. Esra Mungan, Doç.Dr.Kivanç Ersoy, Yrd.Doç.Dr.Muzaffer Kaya û Yrd.Doç.Dr.Meral Camci bi tohmeta ‘propaxandeya rêxistina terorê' kirine hetanî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Akademîsyen û siyasetmedarên kurd piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê
    Akademîsyen ji talimat girtina KCKê tên sûcdarkirin
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Ji bo akademîsyenên aştîxwaz 7.5 ceza tê xwestin
    Ji 1128 akademîsyenên almanî daxuyaniya hevpar
    Akademîsyenên Kurdistanê: 'Em piştgiriya mafên kurdan dikin'
    Etîketan:
    Akademîsyenên girtî, Wezareta Derve yê Amerîkayê, Esra Mungan, Meral Camci, Muzaffer Kaya, Kivanç Ersoy, John Kirby, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de