18:11 24 Hezîran 2018
Mateusz Piskorski

Hikûmeta tirk li dijî Sputnikê bi eşkere şer daye destpêkirin

© Foto
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Serokê Partiya Zmianayê ku li Polonyayê feeliyet dike Mateusz Piskorskiyê ragihand ku dewleta Tirkiyayê bi eweyekî eşkere li dijî ajansa Sputnikê şer daye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan — Piskorski qedexeyên Tirkiyayê ya ser Sputnikê nirxand û da zanîn ku Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan û derdora vî çapameniya azad ji bo pêşeroja xwe wek tehdît dibînin. Astengiya çapameniyan jî nîşaneya vî yekê ye.

Erdogan bertekan pişt guh dike

Navborî diyar kir ku astengiyên li Tirkiyayê ji aliyê ciwata navneteweyi ve bi eweyeke tûnd tên şermezarkirin. Lê mixabin Erdogan van bertekan pişt guh dike û çend sale ku politiyên ‘bi cîranan re pirsgirek' tên meşandin.

Dewleta tirk bi eweyeke eşkere li dijî Sputnikê şer daye destpêkirin. Enqere Sputnikê wek çapameniya dijmin dibîne. Herwiha Piskorski got: ‘Tirkiya heta îro astengiyên xwe li ser rojnemevanên azad dikir, lê bi Sputnikê re ket merheleyeke din.'

Bi heman mijarî:

Hûn dikarin Sputnik Kurdistanê li ser Facebookê bixwînin
Rojnamevanê alman:'Astengkirina azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di asteke bilind de ye'
Parlementerê rûsî: Welatên Ewrûpî li ber rewşa çapemeniya Tirkiyeyê çima bêdeng in?
Divê cihan pêşî bertekan nîşanî biryara dersînorkirina Kerîmov bide
Etîketan:
rojnamevan, dest pê kirin, şer, eşkere, azadî, çapamenî, sputnik, Recep Tayyip Erdogan, Mateusz Piskorski, Tirkiya, Polonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de