06:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    NATO û Rûsya

    Piştî du salan lijneya Rûsya û NATOyê kom bû

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Ji ber krîza di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de ev du sal bûn ku lijneya Rûsya û welatên endamên NATOyê kom nebûbûn, lijne îro kom bû

    Brûksel — Lijne li bajarê Brûkselê yê Belçîkayê kom bû. Tê çaverêkirin kombûn du sietan dom bike.

    NATOyê bi daxuyanîyeka fermî dîyar kiribû ku kombûn dê li ser krîza di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de û bi-cih-anîna peymana Minksê be.

    Li 12ê Nîsanê çavkaniyeka ji NATOyê ji Sputnîkê re dîyar kiribû ku ev civîn dê li 20 Nîsanê be.

    Endamên lijneya kombûyî balyozên Rûsyayê û welatên endamên NATOyê ne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Heke NATO projeya hevpar têk nebirina, êrişên Brûkselê nedibûn'
    Etîketan:
    NATO, Brûksel, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de