09:32 12 Kanûn 2017
Zindî
    Bernie Ecclestone

    Patronê Formulayê:'Bila Pûtîn Ewropayê birêve bibe'

    © Sputnik/ Grigoriy Sokolov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Patronê formulayê (F1) Bernie Ecclestone ragihand ku ez dixwazim Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bibe Serokê Ewropayê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Business Insiderê, Patronê formulayê Bernie Ecclestone li Londrayê di konferansa Hefteya Reklamê (Advertising Week) de agihand ku bila Pûtîn Ewropayê birêve bibe.

    Bernie Ecclestone di berdewamiya axaftina xwe de got:'Divê Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, lewra tu fêdeya ekonomîkî ya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nedaye Brîtanyayê. Divê em xwe ji Brûkselê rizgar bikin û Pûtîn were ser serê me. Em dizanin ku Pûtîn gotina xwe bi cih tîne û kare xwe hetanî dawî dimeşîne.'

    Kesekî din ku vî tiştî bike tuneye

    Ecclestone di dirêjiya axaftina xwe de got:'Pûtîn belasebeb dema xwe bi Rûsyayê re derbas dike, divê were ser serê Ewropayû û birêve bibe. Lewra ji wî pê ve kesekî ku bikaribe vî karî bike tuneye.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn:'Li dinyayê di îxraca çekan de em bûne duyemîn'
    Rojnamevanê rûsî:'Pûtîn, nexwest Erdogan di avê de bixeniqe'
    Pûtîn:'Piştgiriya me ji bo Sûriyeyê wê dewam bike'
    Pûtîn:'Em piştgiriya xebatên Ebbas ên çareseriyê dikin'
    Pûtîn: Taybetmendiyên me hene ku li ba ti kesê dî tine
    Etîketan:
    Advertising Week, Yekîtiya Ewropayê, Business Insider, Vladimîr Pûtîn, Bernie Ecclestone, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de