15:37 21 Hezîran 2018
Zsolt Semjen

Macerîstan:'Divê kurd jî bibin xwedan dewlet'

© Wikipedia /
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Cîgirê Serokwezîrê Macerîstanê Zsolt Semjen ragihand ku pêwîste kurd bigihîjin mafê xwe û Kurdistan bibe dewlet.

Navenda Nûçeyan - Li gorî çapemeniya nêzîkî Yekîtiya Nişîtmaniya Kurdistan (YNK), Cîgirê Serokwezêrê Mecarîstanê Zsolt Semjen ligel Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNK Mela Bextiyar û şandeke YNKê civiya.

Zsolt Semjen di vê hevdîtinê de ragihandiye ku divê hemû cîhan bizane ku mafê diyarkirina çarenivîsa kurdan heye û pêwîste bibin dewlet. Di vê rewşa nexweş a Rojhilata Navîn de, kurd tekane hêz e ku dikare rûbirûyê tundrewiyê bisekine, her ji ber wê yekê pêwîste zêdetir piştgîrî û alîkariya wan bê kirin, bi taybetî jî bi mebesta gihîştina bi maf û armancên Neteweyî ya xwe ku dewleya serbixwe ya Kurdistanê ye.

Zsolt Semjen behsa wê yekê jî kir ku hikûmet û xelkê Mecarîstanê amade ne ku di aliyê leşkerî û mirovî de zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Semjen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ewropa û cîhan gerek şanaziyê bi vê yeke bikin û divê di zûtirîn demê der hevkariya Herêma Kurdistanê bikin."

Bi heman mijarî:

Macaristan niha jî sînorê Xirvatistanê digire
Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
KURDISTAN - Dê, bav û keçek şewitîn
Îsraîlê ji Amerîkayê re got, "Kurdistan xeta me ya sor e”
Îran: 'Kurdistan bila petrola xwe ji axa me ve derbasî bazarên cihanê bike
Etîketan:
Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Cîgirê Serokwezêrê Mecarîstanê, Zsolt Semjen, Mecarîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de