21:53 25 Îlon 2017
Zindî
    papa-aleksandir

    Papa ji bo pirsgirêkên penaberan çû Girava Midîlliyê

    © REUTERS/ Alkis Konstantinidis
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokê Alema Katolîk yê Ruhanî Papa Francîs, ji bo pirsgirêken tendurîstî, cih û sosyal yê penaberan çû Girava Midîllî ya Yunanîstanê.

    Navenda nûçeyan —  Serokê Alema Katolîk yê Ruhanî Papa Francîs ji bo bi penaberan were cem hev û bi wan re hevdîtinan pêk bîne çû Girava Mîdîllî ya Yunanîstanê.

    Papa li balafirgehê ji aliye Serokwezîr Aleksandir Çîpras û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.

    Papa piştî hevdîtinên xwe yên fermî derbasî kampa Morîa ya penaberan bû. Hate gotin ku mijara hevdîtinan pirsgirêkên tendurîstî, cih û sosyal yê penaberan e.

    Papa li kampê bi penaberan hate ba hev û li pirsgirêkên wan guhdar kir.

    Ji aliye din li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Atînayê ji bo piştgiriya bernameya bicihkirina penaberan ya li welatên Awrûpayên wê 10 penaberan bi xwe bibe Watîkanê. Hate gotin ku Papa penaberên ku wê bi xwe re bibe Watîkanê dê ji nava penaberên nexweş astengdar û yetam û sêwî hilbijêr e.

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê bi hezaran zarokê penaber windayî ne!
    Ji serê sala 2016an ve nêzî 2 hezar penaber vegeriyan Kurdistanê
    Papa lingê zarokên penaber şuşt û paşî jî maç kir
    1 jê zarok 5 penaber di Deryaya Egeyê de xeniqîn
    Duhî 245 penaber ji Tirkiyeyê vegeriyan Kobaniyê
    Li Ewropayê, 10 hezar zarokên penaber windayî ne
    Etîketan:
    pirgirêka penaberan, atîna, penaber, aleksandir çîpras, papa, yunanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de