01:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Andrew Gardner

    Rêxistina Efûyê: Li Tirkiyeyê çapemenî li ber mirinê ye

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Pisporê Rêxistina Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner bertek da astengî û qedexeyên li ser çapemeniyê û ragihand ku li Tirkiyeyê rewşa çapemeniyê her ku diçe xirabtir dibe.

    Navenda nûçeyan — Zext û zorên hikumeta tirk ya li ser çapemeniya muxalif her ku diçe zêde dibin. Kanalên televîzyonan, rojname û gelek malper gelek caran bêsedem tên girtin an jî astengkirin.

    Endamê Rêxisitna Navnetewî ya Efûyê Andrew Gardner derheqê rewşa çapemeniya Tirkiyeyê nirxandin kir û got: ‘ Ji demeke dirêj e ku, em rewşa çapemeniya Tirkiyeyê dişopînin. Lê di encama çavdêriyên xwe de em dibinin ku astengiyên mezin tên kirin. Rewş gelekî xetereye û azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê li ber mirinê ye. ‘

    Gardner diyar kir ku li Tirkiyeyê weşana bêalî têne li ser malperên înternetê mimkun e lê ew malper jî di hedefa Hikumetê de ne.

    Gardner da xuyakirin ku sansûr û astengiyên li ser çapemniyê wekî fikreke stratejîk ya Hikumeta tirk e û ev yek li dijî standartên mafên mirovan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: ‘Erdogan protesto bikin'
    Rêxistina Efûyê: ‘Tirkiye, kurdan bi giştî ceza dike'
    Rêxistina Efûyê: ‘Muhafizên sînor ên Tirkiyeyê pênaberên sûriyeyî dikujin'
    Rêxistina Efûyê, rejima Îranê ji bo îdamkirina zarokan hişyar kir
    Rêxistina Efûyê: ‘Êrişên Tirkiyeyê jiyana 200 hezar kesî dixin xetereyê
    Wezareta Pêşmerge, Rêxistina Efûyê derewand
    Etîketan:
    astengî, hikumeta tirk, çapemenya azad, akp, qedexe, mafên mirovan, rêxistina efûyê, rêxistina mafên mirovan, andrew gardner, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de