22:55 26 Îlon 2017
Zindî
    John Kirby

    Amerîkayê ji bo azadiya çapemeniyê bang li Tikriyeyê kir

    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Li ser astengkirina Spûtnîknewsê, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê rêza fikr û ramanan bên girtin.

    Navenda nûçeyan —  Tora medya ya Spûtnîknewsê ya ku bi 31 zimanan weşanê dike 3 roj berê ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TIB) ve hate astengkirin. Li gel Spûtnîknewsê gelek malperên kurd yên wekî Azadiya Welat, DÎHA jî hatin astengkirin. Ev astengî rewşa zehmet ya çapemeniya muxalif a Tirkiyeyê careke din da ber çavan. Ji ber zeht û zorên li ser çapemeniyê ji gelek aliyan ve bertek hatin dayîn.

    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat
    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    Ji welatên ku bertek da yek jî Amerîka bû. Berdevkê Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby derheqê astengiya Hikumeta tirk ya li ser Spûtnîknewsê diyar kir ku ew ji zextên li ser çapameniyê ya li Tirkiyeyê agahdarin û wiha got: ‘Ne tenê bo qedexeya Spûtnîknewsê li ser hemûyan ezê biaxivim. Divê hemû hikumetên cîhanê ji bo parastina azadiya fikr û ramanan bergiriyên hewce bigrin. Emê herdem piştevaniya bergiriyan bikin.' 

    Berdevk Kirby ragihand ku ev kiryarên Hikumeta Tirkyeyê yên li ser çapemeniyê rast nabînin û wiha got: ‘Di mijara azadiya çapemeniyê de em gelekî hesas in. Îro bêhtir ji bo çapemeniya Tirkiyeyê em bi tirs in. Em vê tirsa xwe herdem tînin ziman.'

    Bi heman mijarî:

    Navenda Çapemenî ya YPGê:'Êrîşên terorîstan didomin'
    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve
    PEN a Navneteweyî: Divê AKP şer rawestine
    Bîlgen: AKP amadekariya makezagona Serokdewletiyê dike
    'AKP dixwaze Kurdan ji bajarên wan derxîne û ereban bicih bike'
    Etîketan:
    çapemniya kurd, astengiya dengê muxalif, ÇAPEMENÎ Û QEDEXE, john kirby, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de