17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Lavrov

    Lavrov:'Divê dewletên rojava zorê li Tirkiyeyê bikin'

    © Sputnik/ Îlya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5620

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê dewletên rojava ji bo derbasbûna milîtanên cihadîst ku di sînor de derbas dibin zorê li Tirkiyeyê bike.

    Tokyo — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê dewletên rojava ji bo derbasbûna milîtanên cihadîst ku di sînor de derbas dibin zorê li Tirkiyeyê bike.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Tokyoyê piştî hevdîtina havkarê xwe yê japonî Fumio Kişida di daxuyaniya çapemenî de ragihand ku divê dewletên rojava ji bo derbasbûna milîtanên cihadîst ku di sînor de derbas dibin zorê li Tirkiyeyê bike. Her wiha ji bo ku ev derbasbûn were astengkirin divê çavdêrên navneteweyî werin wezîfedarkirin. Lewra sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ‘qul'e.

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got:' Li gorî zanîna herkesî û ya me, piştî operasyonên me her çikas kêmbûbûn jî, milîtanên cihadîst hê jî di sînor de derbas dibin û fealiyetên xwe yên qaçaxiyê dimeşînin. Ji bo vê mijarê Amerîka jî di nav de em bi hemû hevalbendên xwe re dinirxînin. Lewra Tirkiye jî endamê koalisyona hevpeymana ku Amerîka pêşengiya wê dike ye.'

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got:'Wesîyeta min li Tirkiyeyê ku sînorên xwe ji çavdêrên navneteweyî re veke. Rêyeke vê din tuneye. Lewra hinek sînorê aliyê Sûriyeyê di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov:'Em ê piştgiriya artêşa Bolivyayê bikin'
    Lavrov: Rûsya, Azerbeycan û Îran agirbestê dixwazin
    Lavrov û Kerry: ‘Makezagona Sûriyeyê dê hetanî meha tebaxê amade be'
    Lavrov û Kerry li Moskovayê hev dibînin
    Lavrov: Almanya û Rûsya dixwazin Kurd li Cenevreyê bin
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Hikumeta Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, DAIŞ, Fumio Kişida, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de