21:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Keştiya balafiran

    Kerry:'Destroyera amerîkî dikaribû midexaleya balafirên rûsî bike'

    © AP Photo/ Ronen Zilberman
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Gengeşiya 10ê Nîsanê ku li Deryaya Baltikê balafirên şer ên rûsî û destyoreya amerîkî nêzîkî hev bibûn didome.

    Navenda Nûçeyan — Gengeşiya 10ê Nîsanê ku li Deryaya Baltikê balafirên şer ên rûsî û destyoreya amerîkî nêzîkî hev bibûn didome.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di hevpeyvîna xwe ya televîzyona CNNê de ragihand ku destyoreya Donald Cookê li gorî qaîdeyan ji bo ku balafirên şer ên rûsî bi awayekî xeternak û provokatîf nêzîkî wê bûn dikaribûn midexaleya wan bikira.'

    John Kerry di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:'Washîngtonê ji bo çalakiyên bi vî rengî helwesta xwe nîşanî Moskovayê da. Amerîka, di deryayên vekirî de destura van çalakiyên provokatîf nade.'

    Her wiha berê berpirsyaran gotibûn, balafirên Su-24 ên rûsî di Deryaya Baltikê de di nava ava navneteweyî de nêzîkî destroyera Donald Cooka amerîkî bûne û ev nêzîkatiya balafirên rûsî wekî êrişeke sîmulane bi nav kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    John Kerry ji nişka ve serdana Iraqê kir
    Kerry: ‘Pûtîn mirovekî bi aqil û stratejîk tev digere'
    Lavrov û Kerry: ‘Makezagona Sûriyeyê dê hetanî meha tebaxê amade be'
    Lavrov û Kerry li Moskovayê hev dibînin
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry çû Moskovayê
    Etîketan:
    balafirên Su-24 ên rûsî, Destroyera Donald Cooka amerîkî, CNN, John Kerry, Deryaya Baltikê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de