14:45 22 Îlon 2017
Zindî
    Aleksandr Lukaşevîç

    Rûsya:'Tirkiye dengê gelê xwe difetisîne'

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1811

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li AGITê Aleksandr Lukaşevîç ragihand ku Enqere ji bo dengê gelê xwe bifetisîne hêzê bi kar tîne.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGIT) Aleksandr Lukaşevîç ragihand ku Enqere ji bo dengê gelê xwe bifetisîne hêzê bi kar tîne.

    Aleksandr Lukaşevîç di axaftina xwe de got:'Li Tirkiyeyê desthilatdarî, li hemberî nûnerên saziyên sivîl û civakî zordariyan pêk tîne. Rewşa Tirkiyeyê ya niha ne medenî ye û gelê Tirkiyeyê yên ku rastî zordariyan jî tê vê dizane.'

    Lukaşevîç di berdewamiya axaftina xwe de got:' Li Tirkiyeyê ji bo akademîsyenan gotin em şer naxwazin rastî êriş û kampanyayên linçe hatin. Derheqê zêdetirî hezar rewşenbîrî de lêpirsîn hat destpêkirin û sînyala êrişa van kampanyaya lînckirin û lêpirsînê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da.

    Pirsgirêka kurdî bi hêzê nayê çareserkirin

    Nûnerê Rûsyayê yê li AGITê di dirêjiya axaftina xwe de got:'Zilm û zordariya sistematik a kurdan li Tirkeyeyê berdewam e. Enqere dixwaze pirsgirêka kurdan bi darê zorê çareser bike û ev bi salan e wiha didome, ez bangî wan dikim dev ji vê zordariya berdin û mafên kurdan biparêzin. Gelekî balkêşe ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li hemberî vê şideta ser kurdan bêdeng in. Xuyaye ku di vir de jî standardeke dualî heye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'150 cihadîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'
    Rûsya: DAIŞê li Reqayê firokeya me nexistiye
    Rûsya:'Ji bo Sûriyeyê tenê planeke me heye'
    Rûsya: Em dikin nakin em ji Çavuşogluyî fêm nakin
    Esad:'Siyasetmedarê ewropî tucarî Rûsya û Pûtîn fêhm nakin'
    Etîketan:
    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li AGITê, Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), Recep Tayyip Erdogan, Aleksandr Lukaşevîç, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de