22:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Brezîlya

    Brezîlya ditirse bibe hedefa DAIŞê

    © REUTERS/ Ricardo Moraes
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1401

    Dîrektorê Tekoşîna Dijterorê yê Brezîlyayê Luiz Alberto Sallaberry ragihand ku em ditirsin Olimpiyadên Havînê yê 2016an bibe hedefa terorîstan.

    Navenda Nûçeyan — Dîrektorê Tekoşîna Dijterorê yê Brezîlyayê Luiz Alberto Sallaberry ragihand ku em ditirsin Olimpiyadên Havînê yê 2016an bibe hedefa terorîstan.

    Dîrektorê Tekoşîna Dijterorê yê Brezîlyayê Luiz Alberto Sallaberry ragihand ku Olimpiyadên Havînê yê 2016an ku li bajarê Rîo de Janeiroyê di navbera 5 û 21ê Tebaxê de dê werin kirin nêzîk dibe, em ditirsin rastî êrişên terorîst were.

    Li gorî televîzyona Goloboya Brezîlyayê Sallaberry ragihand ku wan hisabekî Twitterê yê aîdî endamekî rêxistina terorîst a DAIŞê bi dest xistine û di hisab de rastî nîşeyekê hatine ku di nîşeyê de tê gotin hedefa duyemîn dê Brezîlya be. Sallaberry, ji bo ku hinek welatiyên brezîlyayî tevlî DAIŞê bûne, me asta êrişa terorî bilind kiriye.

    Ji aliyê din ve hikumeta Brezîlyayê ragihand ku wan hejmara sîxûrên biyanî yên ku di serdema olimpiyadan de kar bikin dê zêde bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Li Brezîlyayê skandala Alan Kurdî
    Di têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê de `Kahûra Jenosîdê`
    Etîketan:
    Olimpiyadên Havînê yê 2016an, DAIŞ, Dîrektorê Tekoşîna Dijterorê yê Brezîlyayê, Luiz Alberto Sallaberry, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de