12:44 25 Îlon 2017
Zindî
    Pyotr Poroşenko û Jeo Biden

    Ûkrayna:'Me bi Amerîkayê re li hev kir'

    © Sputnik/ Sergey Supinski
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 720

    Li gorî daxuyaniya malpera înternetê, Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden ji bo krediye li hev kirin.

    Arseniy Yatsenyuk
    © AP Photo/ Efrem Lukatsky
    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya malpera înternetê, Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi rêya telefonê axivîn û ji bo krediye li hev kirin.

    Piştî hikumeta nû ya Ûkraynayê ava bû hevdîtin di navbera Poroşenko û biden de çêbû. Her wiha Poroşenko di axaftina xwe ya digel Biden de got:'Hikumeta nû ya Ûkraynayê dê bi awayekî aktîf hevkariyê bi IMFyê re bike û dê Peymana Minskê bi cih bînin.
    Ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Barak Obama jî gotibû piştî hikumeta nû ya Ûkraynayê ava bibe em ê krediye bidin Ûkraynayê.

    ​Serokwezîrê berê Arseniy Yatsenyuk bi sedema ku di pêkanîna reformande qels ma îstîfa kiribû û li şuna wî hikumeteke nû bi Serokwezîrtiya Vladimîr Groysman ava kir.

    Lagarde hişyarî dabû

    Di vê navberê de Serokê IMFê Christine Lagarde hişyari dabû Ûkraynayê û gotibû:' Heke Ûkrayna şekle rêvebiriya xwe nû neke û tekoşîna bêrêtiyê neke em ê piştgiriya xwe ji Ûkraynayê bikşînin.'
    Lewra IMFê, bi sedema çaksaziya reforman di sala 2014an de 17,5 milyar dolar kredî dabû Ûkraynayê.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezirê Ûkrayna îstifa kir
    Ûkrayna: ‘Planeke me ku em xaza sirûştî ji Rûsyayê bistînin tuneye'
    Ûkrayna: ‘Em dixwazin bi Rûsyayê re hevdîtinên xaza sirûştî bidomînin'
    Gelo Tirkiye û Ûkrayna li Derya Reş tifaqa leşkerî dikin?
    Ûkrayna: Qanûnên me destûra avakirina baregeha leşkerî ya Amerîkayê nade
    Etîketan:
    IMF, Serokatiya Dewleta Ûkraynayê, Christine Lagarde, Jeo Biden, Pyotr Poroşenko, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de