09:51 21 Îlon 2017
Zindî
    BM Suriye Özel Temsilcisi Staffan De Mistura

    Staffan De Mistûra: ‘Ez gelekî xemgîn im'

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yêkbûyî yê Sûriyeyê Steffan De Mistûra ragihand ku ew ji ber derengmayîna gihiştina alîkariyên mirovî ji bo herêmên Sûriyeyê yên di bin dorpêçê de ne, bê hêvî û Xemgîn e.

    BM Suriye Özel Temsilcisi Staffan De Mistura
    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Navenda Nûçeyan — Steffan De Mistûra, ji rojnamevanan re got: ‘Niha em di rewşeke bê hêviyê de ne. Bi taybet di vê demê de, ji ber ku me hêvî dikir ku rewş baş bibe û alîkariyên mirovî bighêjin herêmên di bin dorpêçê de. Dihat payîn ku gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên di bin dorpêçê de ku Şêxmqsûd jî ne di nav de ye, bi destpêkirina agirbesta Sûriyê re, destpê bikira. Lê belê NY nikaribû ku di vî warî de pêşketinekê bidest bixe û dorpêçê ji ser bajarên Sûriyê rake.'

    Di belgeyeke ku komîteya karên mirovî ya girêdayî NY ya Sûriyê piştî axaftina De Mistûra li rojnamevanan belav kiriye de, tê gotin ku di meha nîsanê de tenê 4 caran alîkariya mirovî ji deverên di bin dorpêçê re hatiye şandin. Her wiha tê gotin ku alîkariyên mirovî tenê gihiştine ji sedî 8 ji kesên ku li herêmên di bin dorpêçê de ne.

    Heta niha alîkariyên mirovî negihiştine herêmên Dûma, Dareya û rojhilatê Heresta yên Şamê.

    Bi heman mijarî:

    De Mistura û Muelim li hev dicivin
    De Mistura:' Em ê rêyeke ku kurdan tev li hevdîtinan bikin bibînin'
    De Mistura, dîroka hilbijartina Sûriyeyê eşkere kir
    De Mistura: ‘Siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê her tiştî xirabtir dike'
    De Mistura: ‘Dibe civîna Cenevreyê di dema xwe de dest pê neke.'
    Etîketan:
    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Staffan De Mîstura, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de