20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Cejna Avê

    Di Cejna Avê de karesat: 181 mirî, hezar û 777 birîndar

    © REUTERS/ Jorge Silva
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3501

    Cejna Avê ku li Taylandê her sal di meha nîsanê de tê pîrozkirin bû sedema qezayên giran. Di qezayên roja pêşî herî kêm 181 kesî jiyana xwe ji dest da, hezar û 777 kes jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Departmana Kordînasyonê û Tendirûstiya Civakê ya Taylandê ragihand ku di Cejna Avê (Songkran) de di 11 û 13ê Nîsanê her sê rojên pêşî de 181 kesî jiyana xwe ji dest dan, hezar û 777 kes jî birîndar bû.

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tenê duhî 750 qezayên trafîkê rûdan û di qezayan de herî kêm 65 kesî jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 5 rojên dawî de bi sedema ku bi serxweşî wesayît ajotine 64 hezar kes hatine binçavkirin û hezar û 500 wesayît hatine girêdan.

    Cezayekî xerîb dane turîstê brîtanî

    Turîstekî brîtanî ji bo ku tiştek li ser tunebû û tevlî şahiya Cejna Avê ya bajarê Chiang Maiyê bû cezayê pereyan jê re birîn. Turîstê brîtanî ji bo nîvtazî digeriya ji terefê polêsê Taylandê ve hat binçavkirin. Polêsên taylandî ji bo ku turîstê brîtanî nîvtazî bû cezayê pereyan jê re birîn û paşî wî serbest berdan.

    ​Her wiha Serokwezîrê Taylandê Prayut Chan-oça ji bo Cejna Avê hemwelatî hişyar kiribûn û gotibû divê tu herkes cil û bergên munasib li xwe bike û tu kes tazî negere, yên ku munasib tevnegerin dê werin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Tayland red kir ku Amerîka navenda xwe ya leşkerî li nîvgirava Pxuketê bicîbike
    Omarê Nado Broyî – Şampîonê Kuba Kralê Taylandê, Şampiyonê Ewrûpayê di warê Muayî –Tay ê
    Li Kurdistanê de karesat! Zilamek bi bilokên betonî hat kuştin!
    Li navçeya Cizîrê karesat: ‘9 kesan ji ber şewata topbaranê jiyana xwe ji dest dan'
    Amerîkayê hişyar kir: ‘Heke Bendava Mûsilê hilweşe dê bibe karesat'
    Etîketan:
    Cejna Avê (Songkran), Serokwezîrtiya Taylandê, Departmana Kordînasyonê û Tendirûstiya Civakê ya Taylandê, Prayut Chan-oça, Tayland
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de