00:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Times:'Esad û Îran amadehiyên êrişa Helebê dikin'

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî rojnameya Timesê, hêzên Esad û Îranê ji bo ku tevahiya mixalifan ji bajarê Helebê û derdora wê derxînin amadehiyên êrişê dikin.

    Sûriye
    © Sputnik/ Andrei Stenin
    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad ji bajarê Lezqiyeyê bi hezaran leşker sewqî başûrê Helebê kirine. Her wiha li gorî çapemeniyên herêmî artêşa Îranê jî derdora hezar leşkerî şandiye herêmê û Hêza Şoreşê ya Îranê jî li herêma bakurê Helebê baregeheke leşkerî ava kiriye.

    Li gorî zanyariyên ku ji ajansa nîvfermî ya FARSê hatin bidestxistin, Hêza Taybet a 65emîn a Îranê ji serê meha nîsanê ve general û serbazên bilind jî di nav de 24 leşkerên xwe di şer û pevçûnên Sûriyeyê de winda kirine.
    Bajarê Helebê ev nêzî 4 sal in di nava hêzên Sûriyeyê û grûbên mixalif de hatiye perçekirin. Piraniya Başûr û rojavayê bajêr di destê rêxistina terorîst a El Nûsrayê de ye.

    Wê derbeyek giran li mixalifan bikeve

    Di berdewamiya gotara rojnameya Timêsê de tê gotin ku bajarê Helebê ji bo grûbên mixalif ku lê bi bandor in kelha dawîn e. Lewra rêvebiriya bajarê İdlîbê ku li rojavayê Helebê dikeve di destê îslamîstan de ye, Reqqa û Dêra Zorê jî ku dikeve bakurê rojhilatê Helebê jî di destê DAIŞê de ye. Heke artêşa Sûriyeyê li Helebê serkeftinê bi dest bixe, wê derbeyek giran li mixalifan bikeve.

    Bi heman mijarî:

    Bi wêneyan beriya şer û piştî şer ‘Heleb'
    Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
    DAIŞ û El Nûsrayê li Heleb û Efrînê 37 sivîl kuştin
    Artêşa Sûriyeyê rêya navbera Heleb û Hemayê bi dest xist
    Terorîstên DAIŞê dîsa ketin bajarokê Raî yê Helebê
    Li Helebê şer! 35 kuştî
    Etîketan:
    Cebhet El Nûsra, DAIŞ, Hêza Taybet a tuxaya 65emîn, Artêşa Sûriyayê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de