02:04 21 Hezîran 2018
Parlamentoya Ewropayê

Raporta Parlamena Ewropayê balê dikişîne ser şerê bajarên kurdan

© Wikipedia
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamena Ewropa raporta derbarê Tirkiyê de amade kiriye, qebûl kir. Raport balê dikişîne ser şer û pevçûnên bajarên kurda û banga çareseriya siyasî dike.

Navenda Nûçeyan — Raporta Parlamena Ewropayê ji hêla Lijneya Giştî ya Parlamenê hate erê kirin. Raporta ku ji hêla raportora Holandî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin, derbarê pirsgirêka kurd û azadiya çapemeniyê de rexneyan li Tirkiyê dike. Dîsa di raportê de rêvebiriya Enqereyê bi awayekî tund tê rexnekirin û serokomarê Tirkiyê jî tê şermezarkirin.

Di raportê de Tirkiyê ji ber dûrketina krîterên Kopenhagê, êrişên li ser medyayê û jiber dûrketina raporta pêşketinê tê rexnekirin. Herweha raport balê dikişîne ser şer û pevçûnên bajarên kurda û banga çareseriya siyasî dike.

Parlamena Ewropa Erdogan Şermezar Dike

Di raportê de xala ku balê dikişîne ew e ku serokomarê Tirkiyê tê şermezarkirin. Li gor raportê ji ber daxuyaniyên derbarê biryara serbestberdana rojnaveman Can Dundar û Erdem Gul serokomar Recep Tayîp Erdogan tê şermezar kirin.

Raport di warê pêşwazîkirina penaberên Sûriyê de pesnê Tirkiyê dide û balê dikişîne ser hevkariya Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê.

 

 

Bi heman mijarî:

PE: Tirkiyeyê bajarên kurdan kiriye qada şer!
Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rayedarên PE û YE re civiyan
PE: 'Bê Kurdistanê aştî nabe!'
Koma Çep û Keskan a PE dewleta tirk bi tundî rexne kir
Parlamenterê Çêkê naziyê ji `Azovê` vexwend jibo li PE biaxive
Etîketan:
Kurd, kopenhag, raport, erdoğan, Tirkiye, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de