00:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    Raporta PEyê ya Tirkiyeyê ji serî heya binî hemû rexne ne

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 02

    Navenda Nûçeyan — Raporta Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Tirkiyeyê bi bandora pêşnumayên guherandinê, yek ji belgeyên herî neyînî ya dewra dawî ye. Îro belge dê di Lijneya Giştî ya PEyê de were erê kirin.

    Raporta Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Tirkiyeyê bi bandora pêşnumayên guherandinê, yek ji belgeyên herî neyînî ya dewra dawî ye. Îro belge dê di Lijneya Giştî ya PEyê de were erê kirin. Belge piranî di warê azadiya çapemenî û pirsgirêka kurdî de rexneyan dike.

    Li gorî nûçeya Guven Ozalpê rojnameya Hurriyetê, hemû rêzên raportê rexneyan dike. Di belgeyê de hinek mijarên ku derketine pêş ev in.

    Divê êrişa ser çapemeniyê were sekinandin

    Di raporta PEyê de te gotin ku divê Tirkiye rê li ber hemû êriş û qewirandina rojnamevanan bigre û hemû tehdîdên li ser rojnamevanan bide tehqîqkirin. Parlamentoya Ewropayê bi awayê derqanûnî dest danîna ser rojnameyan şermezar dike.

    Divê PKK çekan deyne

    Di berdewamiya raportê de behsa mijara çekdanîna PKKê jî tê kirin û tê gotin ku pirsgirêka kurdî bi rêya şîdetê nayê çareserkirin. Divê PKKe çekên xwe deyne û daxwazên xwe bi rêyên aştî û qanûnî bîne ziman.

    Em serokomar rexne dikin

    Her wiha di raporta PEyê de rexne li serokomarê Tirkiyeyê jî tê girtin û PEyê helwesta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul rexne dike. Di belgeyê de tê gotin ku em serbest berdana Dundar û Gul bi kêf xweşî pêşwazî dikin û daxuyaniya serokomar a makezagonê şermezar dikin. Divê hemû rojnamenên girtî serbest werin berdan.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê: ‘Dev ji vegerandina penaberan berdin'
    Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
    Parlamentoya Ewropayê qirkirina Kurdên Êzidî nas kir
    Serokê Parlamentoya Ewropayê: Kiryarên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin!
    Parlamentoya Ewropayê: 'Kurdistanê nirxên mirovahiyê û pêkvejiyanê parastin'
    Etîketan:
    Rojnamevanên Girtî, PKK, Parlamentoya Ewropayê, Erdem Gul, Can Dundar, Recep Ta, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de