13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Rojnamevan

    CPJ: Rojnamevan li bajarên kurdan di bin xetereyê de ne

    © Foto: Ruptly
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku rojnamevanên li bajarên kurda kar dikin di bin xetereyeke cidî de ne

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera Dengê Amerîkayê, Dîrektora Programa Asyaya Navîn ya CPJyê Nîna Ognîanova ku li ser îdîayên çewisandina medyayê û rewşa dawî ya rojnamevanên girtî li Tirkiyê lêkolînan dike, derbarê rewşa dawî de agahî da.

    Rojnamevanên Palmîrayê
    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê/facebook
    Ognîanova gotiye ku ew ji herêmê nikarin agahiyên saxlem bistînin. Herwiha diyar kiriye ku hikûmetê gelek herêm ji rojnamevanên navdewletî û yên herêmî re girtiye ku ev der êdî ji bo rojnamevanan rîskên cidî dihewînin.

    Nîna Ognîanovayê nirxandiye ku rojnamevan di dema xebatên xwe de weke dijminê dewletê û terorîst tên dîtin û gelek caran ji hêla hêzên asayişê ve tên binçav kirin.

    Dîrektora CPJyê her weha ew agahî daye ku diyaloga di navbera wan û hikûmeta tirk de bi temamî qut bûye.

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê êriş: Yek jê rojnamevan 4 kes birîndar bûn
    Di bombebarana Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê de rojnamevan birîndar bûn
    Li Dêrika Çiyayê Maziyê teqîn - 2 rojnamevan hatin binçavkirin
    Rojnamevan Refîk Tekîn bi ‘piştgiriya terorê' hat sûcdarkirin
    624 rojnamevan: Em jî nabin şirîkê vî sûcî
    Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
    Etîketan:
    Hikûmeta Tirkiyê, CPJ, Tirkiye, Dîrektora Programa Asyaya Navîn ya CPJyê, Rojnamevan, Ewropa, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de