02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Qerebaxê

    Azerbeycan:'Divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan derkevin'

    © Ruptly. Асатур Есаянц
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Wezîrê Derve yê Azerbeycanê Elmar Memmedyarov ji bo çareseriya pirsgirêkeke siyasî û cidî ya Qerebaxê divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan derkevin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Azerbeycanê Elmar Memmedyarov ji bo çareseriya pirsgirêkeke siyasî û cidî ya Qerebaxê divê leşkerên ermenî ji nav axa azeriyan ya dagirkirî derkevin.

    Şer û pevçûnên Qerebaxê
    © Sputnik/ Asatur Esayants
    Wezareta Derve ya Azerbeycanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, wezîr Memmedyarov bi Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re bi rêya telefonê axaftinek kir, Memmedyarov di axaftina xwe ya bi Mogherini de got, artêşa Ermenîstanê di xeta cephe de êrişî sivîlan kir û di encama êrişê de gelek sivil hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

    Elmar Memmedyarov di berdewamiya axaftina xwe ya bi nûnera Ewropayê de got: ‘Sedema zêdebûna gengeşê, hebûna derqanûnî ya artêşa Ermenîstanê ku li ser axa Azerbeycanê ye. Ji bo dawîbûna şer û pevçûnê pêşî divê hêzên ermenî axa azeriyan biterikînin.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Azerbeycanê ragihand ku ji bo çareseriya krîzê divê pêvajoyeke siyasî û cidî were destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: ‘Heke şer derkeve em ê serxwebûna Qerebaxê binasin'
    Azerbaycanê agirbest ragihand û Ermenîstanê jî bersivda!
    Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer: Herî kêm 10 kuştî
    Ermenîstanê ji bo Qerebaxê Tirkiye hişyar kir
    Etîketan:
    Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Wezareta Derve ya Azerbeycanê, Şerê navbera artêşa Ermenîstan û Azerbeycanê, Elmar Memmedyarov, Federica Mogherini, Ermenîstan, Azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de