09:44 18 Tebax 2017
Zindî
    zarokên kurd

    Zarokên Kurd li Swêdê dibistan boykot kirin!

    © Foto: ANF
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6301

    Zarokên kurd yên li Swêdê ji ber sedemên tecrîda li ser Ocalana û operasyonên komkujiyê yên li ser gelê kurd protesto bikin, dibistanê boykot kirin. Ev yek li hin medyayên Swêdî de cih girtin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê li bajarê Gavle ya Swêdê 20 xwendevanên kurd duh ji bo ku tecrîda li ser Ocalan  û operasyonên dewleta tirk yên li ser bajarên kurdan protesto bikin neçûn dibistanê. Ev yek li du rojnameyên herêmî de cih girtin. Rojnameyên bi navê Gefle Dagblad û Arbetar Bladet beriya boykotê li Navenda Civaka Kurdên Demokratîk de bi rêveberên navendê û zarokan re hevpeyvîn kirin.

    Li gorî nûçeyê Hevserokê Navenda Civaka Kurdên Demokratîk  Abdullah Kaya li ser operasyonên li ser bajarên kurdan de wiha dibêje: ‘Heya ku Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yên komkujiyê bernede divê ne Welatên Ewrûpa û ne jî Yekitiya Ewrûpayê alikariyên ekonomik û leşkerî nekin.'

    Zarokan di axaftinên xwe de diyar kirin ku armanca boykota wan, qedexeya li ser zimanê kurdî, operasyonên li ser bajaran û terîda li ser Ocalan e.

    Bi heman mijarî:

    Ji 7ê Hezîranê heta îro: 42 zarokên kurd kuştin û 52 jî birîndar kirin
    Zarokên kurd ji dibistanên xwe avêtin
    Îranê li 4 zarokên kurd cezaya darvekirinê birî
    Swêd: Amade ye di hemû waran de alîkariya Kurdistanê bike
    SWÊD- Derbarê şandina alîkariyan bo Pêşmerge yekdeng in
    Etîketan:
    komkujiya li ser kurdan, tecrîda li ser ocalan, zarokên kurd, swêd, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de