18:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya Amerîkayê

    Artêşa Amerîkayê li Kendava Erebî keştiyeke tijî çek û moşek girt

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Artêşa Amerîkayê li Kendava Erebî keştiyeke Îranê ku bi qaçaxî çek û moşek dibirin Yemenê girt.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Navendî ya Hêza Deryaya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku filoya Amerîkayê li Kendava Erebî keştiyeke ku ala tu welatî li ser tunebû sekinand.

    Hêza Deryayî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: ‘Di lêgerina keştiyê de hezar û 500 keşelkof, 200 moşek û 21 tifingên otomatik hatin girtin. Li gorî pêşbîniyên me ev çekên ku hatin desteserkirin ji Îranê bo Husiyên Yemenê diçûn.'

    Çek ji Îranê hatin şandin

    Hat ragihandin ku niha çek û moşek di bin kontrola fîloya Amerîkayê de ye û piştî dest danîna ser çekan keştî û miretebatê keştiyê serbest hatine berdan.

    Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand ku ev keştiya ku hatiye girtin di nava çend hefteyên dawîn de sewqîyata sêyemîn e.

    Bi heman mijarî:

    Erebîstana Siûdî li ser mijara petrolê Îranê bê minet kir
    Li bajarê Sine yê Kurdistana Îranê teqîn: 1 mirî û 4 birîndar
    Fransayê dest danî ser keştiyeke tijî çek a Îranê
    Îranê li 4 zarokên kurd cezaya darvekirinê birî
    Li Kurdistanê Îranê Kareset! Mirî û Birîndar hene
    Etîketan:
    Keştiya çekî ya Îranê, Fermandariya Navendî ya Hêza Deryaya Amerîkayê, Deryaya Erebî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de