14:49 26 Gulan 2018
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

KCK: Em niha serxwebûnê naxwazin

© Foto: ANF
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bi kovara Military Diplomatê re axivî û eşkere kir ku ew naxwazin, ne ji Iraq, ne ji Sûriyeyê, ne ji Îranê ne jî ji Tirkiyeyê veqetin û got em niha serxwebûnê naxwazin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bi kovara Military Diplomatê re axivî û diyar kir ku ew serxwebûnê naxwazin û wiha dibêje: "Di mercên niha de, em naxwazin, ne ji Iraq, ne ji Sûriyeyê, ne ji Îranê ne jî ji Tirkiyeyê veqetin. Em nafikirin ku dewleteke cuda ava bikin. Demokrasî ji kurdan re dê gelek tiştan bîne".

Hevserokê KCKê teqez dike ku armanca wan rûxandina AKPê ye û wiha dibêje: "Em dixwazin hêzên demokrat bigihînin hev ta ku bikarin li dijî birêveberiya AKPê têbikoşin".

Bayik armanca xwe li Tirkiyeyê, wek xweserî û xurtkirina birêveberiya herêmî nîşan dide û wiha dewam dike: " Em rûxandin û xistina AKPê giring dibînin. Xistina AKPê, beşeke têkoşînê ye ku em ê pê bikarin birêveberiyeke demokrat bînin Tirkiyeyê".

Derbarê rewşa Rojavayê û pêwnediyên PKK û Amerîkayê de jî Cemîl Bayik wiha diaxive: "Belkî li Rojavayê, li himberî YPG û PYDê hinekî nerm be lê ji ber têkiliyên wê bi Tirkiyeyê re, ti helwestên mayinde tine ne û ji ber vê jî hewlesta Amerîkayê li himberî rewşa kurdan li Sûriyeyê ne diyar e".

 

 

Bi heman mijarî:

Erdogan bersiva Cemîl Bayik da: ‘Em ketin lan û jêrzemîna we!'
Cemîl Bayik: Yê ku têk çûye ne PYD ye, civîna li Cenevreyê yê!
Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
Cemîl Bayik: ‘HDP serkeftî ye'
Etîketan:
serxwebûn, Kurd, Military Diplomat, ANF, pyd, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), KCK, YPG, AKP, Cemîl Bayik, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de