13:58 25 Nîsan 2018
    Zarokên penaber

    Parlamentoya Ewropayê: ‘Dev ji vegerandina penaberan berdin'

    © AFP 2018 / Philippe Huguen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    EndamaParlamentoya Ewropayê Elena Valenciano, peymana penaberan ku îro kete meriyetê rexne kir û ragihand ku dev ji vegerandina penaberan berdin.

    Navenda Nûçeyan — Hevseroka Grûba Tifaqa Sosyalîst û Demokratên Pêşverû yên Parlamentoya Ewropayê Elena Valenciano derbarê peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de ku penaberan vedigerînin daxuyaniyek da.

    YE ewlehiya sînor dixe pêşiya jiyana însanî

    Valenciano di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Divê Yekîtiya Ewropayê (YE) vegerandina penaberan ji bo Tirkiyeyê hetanî bergirêyên însanî neyên girtin divê bide rawestandin. Gelo Yekîtiya Ewropayê bi vê biryara xwe hetanî kengî dê ewlehiya sînorê xwe têxe peşiya jiyana însanî.'

    Li gorî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ku di 18ê Adarê de li Brûkselê îmze kirin, koçberên ku piştî 20 Adarê bi rêyên qaçaxî ji Tirkiyeyê derbasî Yûnanîstanê bibin dê werin vegerandin. Hetanî niha 202 koçber ji girava Midilliya Yûnanîstanê vegerandin Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Komîsyona Ewropa: ‘Ji bo Tirkiyeyê em ji standardan tavîzê nadin'
    Parlamenterê HDPê: ‘Ewropa berpirsiyarê komkujiya kurdan e’
    Mogherini: Dewletên Ewropa piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan
    Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Însanî li Şamê ofîsê vedike
    NY: 'Bila Ewropa û G7 alîkariya lezgîn bigihînin Kurdistanê'
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewropayê, Grûba Tifaqa Sosyalîst û Demokratên Pêşverû yên Parlamentoya Ewropayê, Elena Valenciano, Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de