20:33 24 Gulan 2018
    Serj Sarkîsyan

    Sarkîsyan: ‘Bila Tirkiye ji mijara çareseriya Qerebaxê dur bisekine'

    © Sputnik / Aleksey Nikolskyi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan li ser şerê Ermenîstan û Azerbeycan ya li ser Qerebaxê diyar kir ku li hêviya çareseriyê ne û xwest ku Tirkiye ji vê mijarê dur bisekin e.

    Êrîwan — Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan li gel balyozên Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewrupayê civîya. Sarkîsyan di civînê de li ser pevçûnên herêma Qerebaxê jî axivî û diyar kir ku dibe ku ev şer mezintir bibe. Sarkîsyan ragihand ku dema ku şer mezin bibe wê serxwebûna Qerebaxê nas bikin.

    Sarkîsyan diyar kir ku ev rewş ne tenê Qefqasiya Başûr wê têsîrê li hemû Ewrûpayê bike û lewma jî divê bi lez agirbest bê danîn û aştî pêk were.

    ‘Agirbesta yek alî ne gengaz e' 

    Ji aliyê din Sarkisyan agirbesta yek alî ya Azerbeycanê nirxand û wiha got: ‘ Ger niyeta Azerbeycan ya xêrê be divê vê yekê nişan bide û bo çareseriyê tevgerên hewce pêk bîne.'

    ‘Bila Tirkiye ji mijara çareseriya Qerebaxê dur bisekine'

    Sarkîsyan li ser têsîra Tirkiye ya li ser şeê Qerebaxê de got: ‘ Dibvê Tirkiye ji mijara çareseriya Qerebaxê bi temamî dur bisekin e. Tirkiye bi awayekî eşkere piştevaniya Azerbeycanê dike. Ji xeynî Tirkiyeyê tu kes piştgiriya wan nake.

    Bi heman mijarî:

    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer: Herî kêm 10 kuştî
    NY: ‘Agirbesta li Sûriyayê jiyana 3 hezar kesan xilas kiriye'
    Demîrtaş: ‘Tirkiye bêyî destûra NY nikare têkeve Sûriyeyê'
    Ji Rêveberiya Efrînê bo Amerîka, Ewropa û NY: ‘Bigihêjin hawara me!’
    Etîketan:
    şerê ermeniyan, qerebax, azerbeycan, ermenîstan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de