14:49 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

Raporteke amerîkî: Heta Erdogan hebe, DAIŞ dê têk naçe

© REUTERS / Christian Hartmann
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Enstîtûya amerîkî Enterprise di raporteke xwe de diyar kir ku heta desthilat di destê Erdoganî be, ne pêkan e ku DAIŞ têk biçe.

Navenda Nûçeyan — Di raporta ku ji aliyê Michael Rubinî ve hatiye nivîsîn de, wiha tê gotin: "Erdogan Tirkiye kiriye Pakistaneke nû li ser Deryaya Spî û belkî siyasetmedar ji ber edebê û xeyal û wehma siyasî bibêjin ku Erdogan dixwaze şerê terorîzmê bike".

Michael Rubin wiha dewam dike: "lê piştî 4 salan ji înkarê, êdî lihevkirineke giştî heye; Di şûna Tirkiye li dijî terorê şer bike, rê li ber şerê li dijî terorê digire".

Di raportê de behsa hêsanbûna bikaranîna sînorên Tirkiye û Sûriyeyê dike û wiha dewam dike: "Ji zêdetir ji 100 dewletî, şervanan sînorê Tirkiyeyê bi kar anîn ta ku derbasî Sûriye û Iraqê bibin û li gel ku hat gotin ku qelsî di parastina sînoran de heye jî, lê belê gelek rojnamevanan wêne wiha girtin ku nîşan didin bê çawa istixbarata tirkî alîkariya terorîstên DAIŞê dike".

Michael Rubin dibêje "kêşe ne ev tenê ne lê kêşe ew e ku Erdogan bawer nake ku teror heye, heta gava ku DAIŞê dîplomatên wî girtibûn jî, çi berî berdana wan çi piştî berdana wan, wî ew wek terorîst bi nav nekirin.

Di dawiya raportê de hatiye diyarkirin ku "wehm û xeyala siyasetmedaran a ku dibêje qey Erdogan beşek ji çareyê ye û ne kêşeya sereke ye, hîn jî dewam dike û ev şaşiyeke mezin e".

Bi heman mijarî:

Serokê Parlamentoya Ewropayê Erdogan şermezar kir
Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
Bi bahaneya 'heqareta li Erdogan' 2 mamoste hatin girtin!
Erdogan: Em ê ticarî nehêlin Sûriye perçe bibe
Japonya: ‘Em poşmanin ku me enerjiya nûleerî pêşniyarî Erdogan kir'
Etîketan:
çareserî, DAIŞ, Recep Tayyip Erdogan, Michael Rubin, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de