12:15 24 Çile 2018
Zindî
    Huseyin Ozgurgun

    Li Qibrisa Bakur hikumet hilweşiya

    © Foto: huseyinozgurgun.com
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Qibrisa Bakur şirîkê hikumetê, Partiya Yekîtiya Netewî (UBP) bi avayekî fermî ji hikumetê vekişiya.

    Yunanistan - Başûrê Qibrîsê
    © AP Photo/ Petros Karadjias
    Lefkoşe — Wezîrên Partiya Yekîtiya Netewî di civîna xwe ya dawiya hefteyê de bi yek dengî biryara vekişandina hikumetê dan û îstîfaya xwe pêşkêşî Serokwezîr Omer Kalyoncu kirin.

    Pirsigrêkên ekonomîk nehatin çareserkirin

    Serokê Giştî yê UBPê Huseyin Ozgurgun di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de ragihandibû ku digel hemû niyetên me yên baş jî hikumeta heyî ji bo çareseriya pirsgirêjên ekonomîk hewl neda û di hikumetê de ew qebîliyeta ku bikaribe pirsgirêkan çareser bike tuneye.

    5 wezîrên UBPê îstîfa û biryara xwe ya ji vekişandina hikumetê pêşkêşî Serokwezîr Omer Kalyoncu kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, Wezîrê Bazirganî û Pişesaziyê Sunat Atun, Wezîrê Perwerdehiyê Kemal Durust, Wezîrê Çand, Hûner û Avadaniyê

    Kutlu Evren, Wezîrê Ragihandinê Tahsin Ertugruloglu û Wezîrê Turîzmê Faiz Sucuoglu îstîfayên xwe pêşkêşî serokwezîr kirin.

    Li benda îstîfaya serokwezîr in

    Her wiha piştî vê biyarê tê pêşbînîkirin ku Serokwezîr Omer Kalyoncu îstîfa bike. Partiya Yekîtiya Netewî di meha tîrmehê de bi Hêza Yekgirtî ya Partiya Tirk a Komarparêz re hikumet avakiribû.

    Bi heman mijarî:

    Krîza Qibrisê ya piştî 41 salan
    Tirkiye ji bajarê Kilisê li çeperên DAIŞê dide
    Sererkaniya Giştî ya Tirkiye: 22 PKKî hatin kuştin!
    Times:'Tirkiye li sînorê Sûriyeyê koçberan dikuje'
    FLAŞ ÎDIA - Tirkiye 200 hezar erebên Sûriyê li Amedê bicih dike
    Etîketan:
    Partiya Tirk a Komarparêz, Partiya Yekîtiya Netewî (UBP), Huseyin Ozgurgun, Omer Kalyoncu, Qibrisa Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de