08:32 23 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    ‘Di êrişên DAIŞê de bêhtir misilman dimrin'

    © REUTERS/ Arşiv
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameyeke norwecî li ser êrişên DAIŞê nûçeyek weşand û diyar kir ku di êrişan de bêhtir misliman tên kuştin.

    Navenda nûçeyan —  Di rojnameya bi navê Aftenposten ya norwecî nûçeyek weşand. Nûçeya ku ji aliyê Manije B.Hashem hate amadekirin, welatên cîhanê rexne kir û got: ‘ Li Stenbol û Lahorê teqîn çêbûn. Di encama teqînande bi sedan kes mirin û bi sedan kes jî brîndar bûn. Lê cîhan li hember van êrişan bêdeng man. Gelo çima?'

    Hashem di nivîsa xwe de ragihand ku li ber çavên  miletên cîhanê hin mirov bi qiymetirin û got: ‘Di êrişên DAIŞê de bêhtir misliman tên kuştin. Dixwazin êrişên DAIŞê di navbera misliman û welatên ewrûpî de weke şerekî nişan bidin. Ev rewş dibe sedema xurtbûna çepgirên weke Anders Behring Breivik yê ku kujerên bi dehan misilmana ye. Îro DAIŞ bûye belaye serê mislimanan.'

    Nivîskara misilman Hashem di dawiya nivîsa xwe de wiha pê de çû û got: ‘ Xwezî ew kesên ku derheqê misilmanan de nivîsên nexweş dinîvîsînin bizanibûyan ku, misilman jî ji DAIŞ û hemû komên terorîst nefret dikin. Ger em DAIŞ weke dijminekî hevpar nebînin emê bi ser nekevin.'

    Bi heman mijarî:

    Dibe DAIŞ dest bi êrişa nûkleerî bike
    DAIŞ, li ser sînorê Tirkiyeyê qaçaxiya berhemên dîrokî dikir
    Fermandera jin ya pêşmerge: 'DAIŞ ditirse bi me re şer bike'
    Obama: ‘DAIŞ ji sedî 40ê Iraqê vekşiya'
    CNN: ‘DAIŞ, li Ewropayê plana êrişên nû dike'
    DAIŞ bi darê zorê zarokan dike ‘terorist'
    Etîketan:
    jina rojnamevan, êşa misilmanan, êrişên daişê, Aftenposten, Manije B.Hashem, norwec
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de