08:55 23 Çile 2018
Zindî
    Koşka Spî

    Qesra Spî bersiv da Erdogan: ‘Obama li pişt gotinên xwe ye'

    © Flickr/ dannymac15_1999
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Washîngtonê de rexneyên Serokê Amerîkayê Barak Obama yên derbarê azadiya çapemeniyê de derewandibûn.

    Washîngton — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Washîngtonê de rexneyên Serokê Amerîkayê Barak Obama yên derbarê azadiya çapemeniyê de derewandibûn. Her wiha Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Obama li pişt rexneyên xwe ye.

    Li gorî nûçeya İlhan Tanir ê malpera Haberdarê, Nûnerê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Mark Stroh ragihand ku em li pişta gotinên Serok Obama yên ku duhî gotibûn in û hewceyî şîroveyeke dirêjtir nake.

    Berpirsên amerîkî jî tev li merasîma camiye nebûn

    Mark Stroh di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ku ji berpirsên amerîkî kî tev li merasîma vekirina camiya Marylandê bû bersiv da û got: ‘Li şuna ku hûn hurguliyên vekirina camiyê ji min bipirsin, ji kerema xwe ji Erdogan bipirsin.'

    Biden çû lîstika basketbolê

    Piştî ku Erdogan gihîştibû Washîngtonê hinek nûçeyên ku li şuna Obama wê Cîgirê wî Jeo Biden tev li merasîma vekirina camiye bibe ketibûne ajansan, lê hat dîtin ku Biden tev li merasîma camiye nebû. Cîgirê Obama roja vekirina camiye çû lîstika basketbolê ya eyaleta Texasê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Obama ji bo rewşa siyasî çû Herêma Kurdistanê
    Obama naveroka hevdîtina xwe û Erdogan eşkere kir
    Hevdîtina Obama û Erdogan ji bo pirsgirêka kurdan dirêj domand
    Obama dê Erdoganî bibîne
    Koşka Spî daxuyanî da: Obama bi Erdogan re hevdîtinekê nefermî dê pêk bîne
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Nûnerê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî, Jeo Biden, Barak Obama, Recep Tayyip Erdogan, Mark Stroh, Washîngton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de