16:31 19 Sibat 2018
Zindî
    Salih Mislim

    Mislim: ‘Em ê bajarê Reqqayê rizgar bikin'

    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ev demekê ye li bajarê Parîsa Fransayê ye. Mislim di hevdîtina xwe ya rojnamevanan de ragihand ku koalisyona YPG peşîvaniya wê dike dê têkeve bajarê Reqqayê.

    Salih Mislim
    © AFP 2018/ BERTRAND LANGLOIS
    Parîs - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ev demekê ye li bajarê Parîsa Fransayê ye. Mislim di hevdîtina xwe ya rojnamevanan de ragihand ku hêza hevpeyman piştgiriya PYDê dike û koalisyona ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) peşîvaniya wê dike dê têkeve bajarê Reqqayê.

    Bila gelê Reqqayê piştgiriya me bike

    Salih Mislim di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ev sê sal in bajarê Reqqayê di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye. Ez bangî xelkê Reqqayê dikim, bila di rizgarkirina bajarê Reqqayê de piştgiriya me bikin.'

    PYD li dijî dewleteke serbixwe ye

    Mislim di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Em perçeyek eslî ya axa Sûriyeyê ne û tu niyeteke me dewleteke serbixwe tuneye. Em jî dibînin ku hêzên navneteweyî planên perçekirina Sûriyeyê dikin, lê li hemberî van planan çare û bijarteka herî baş pergala federali ye.

    Bi heman mijarî:

    Mislim: 'Li Sûriyeyê federalî jî di nav de her tişt gengaz e'
    Salih Mislim: ‘Operasyona veguhestina tirba Şah Silêman min kordîne dikir'
    Salih Mislim: ‘ Tirkiye ji kurdan ditirse'
    Mislim bersiva Tirkiyeyê da: ‘Midaxile bibe gelê Sûriyeyê wê ber xwe bide'
    Mislim: ‘Bi hewldanên Tirkiyeyê PYD nehat vexwendin'
    Etîketan:
    Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), DAIŞ, Salih Mislim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de