11:47 21 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Ben Rhodes ragihand ku dewleta Rûsyayê bi tevlînebûna Zîrweya Ewlehiya Atomî ya Washîngtonê firsendek ji dest berda û xwe tecrîd kir.

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Ben Rhodes ragihand ku dewleta Rûsyayê bi tevlînebûna Zîrweya Ewlehiya Atomî ya Washîngtonê firsendek ji dest berda û xwe tecrîd kir. Her wiha Kremlînê di bersiva xwe de ragihand ji bo ku bi welatên rojava re hevkarî nehat kirin Rûsya tev li zîrweyê nebû.

Peskov, ji bo ku hevkariya giştî nehat kirin em tev li nebûn

Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov bersiv da şêwirmendê amerîkî û got: ‘Ji bo ku hevkariyeke giştî nehat kirin em tev li zîrweyê nebûn. Lewra li gorî rêvebiriya Moskovayê biryarên ewlehiya atomî divê bi xebatên hevpar were kirin. Di vê babetê de ji bo ku hevkariya giştî nehat kirin, me hewceya tevlîbûna zîrweyê nedît.

Ulyanov: Daxuyaniya Qesra Spî siyasî ye

Rayedarekî Wezareta Derve ya Rûsyayê Mihail Ulyanov jî di axaftina xwe de got: ‘ Daxuyaniya Washîngtonê motîfa siyasî ye û Rûsya di ewlehiya atomî de welatekî sereke ye. Ji bo mijarên ku di zîrweyê de werin girtin, Rûsya xwediyê roleke girîng e.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: '50 terorîst ji Tirkiyayê derbasî Helebê bûn'
Rûsya derbeyek li polîtîkaya enerjiyê ya Tirkiyeyê da
Rûsya: ‘Esad baştirîn dostê Ewrupayê bû, ne yê me!
Rûsya: ‘Hetanî Tirkiye gavên pêwist navîne, pêwendî nayên danîn'
Etîketan:
Rêvebiriya Washîngtonê, Cîgirê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê, Mihail Ulyanov, Ben Rhodes, Dmitriy Peskov, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de