10:12 20 Çile 2018
Zindî
    Tirkiye û YE

    Amerîkaye dîsa Tirkiyeyê hişyar kir: ‘Li gorî makezagonê tev bigerin'

    © AFP 2018/ MUSTAFA OZER
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Susan Rice li Tirkiyeyê hişyariya ‘ li gorî makezagonê tev bigerin' kir.

    Washîngton — Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkyê Susan Rice, hişyarî dane Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û gotin: ‘Divê hûn li gorî makezagonê tev bigerin.'

    Li gorî nûçeya Duygu Guvenç rojnameya Cumhuriyetê, Amerîka berî serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya Washîngtonê peyamên hişyariyê dişine.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo ku bingehekê ava bike berî Erdogan çû Amerîkayê û rêvebiriya Washîngtonê berî serdana Erdogan di şandina peyamên hişyariyê de berdewam e. Hem John Kerry û hem jî Susan Rice dewleta Tirkiyeyê hişyar kirin.

    Her wiha wezîrê amerîkî di hişyariya xwe ya Tirkiyeyê de ragihand ku çapemeniya azad û pêvajoya darezaya serbixwe jî di nav de divê saziyên demokratîk werin parastin. Ji aliyê din ve Şêwirmenda Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkyê Susan Rice jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku divê hikumeta Tirkiyeyê xwedîtiyê li nirxên demokratîk ên navneteweyî bike û makezagonê biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bangî leşkerên xwe yên li Tirkiyayê kir
    Şêwirmenda Esad: ‘Amerîka ji bo bajarê Palmîrayê tu tiştek nekir'
    Washîngton: ‘Rojeva Amerîka û Tirkiyeyê dê PYD û xweseriya Rojava be'
    The Times: ‘Amerîka û Tirkiye li ser Minbicê li hev nakin'
    Salih Muslim: ‘Em di mijara fedarelîzmê de Amerîka û Sûriyayê razî bikin'
    Etîketan:
    Serokomariya Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Susan Rice, John Kerry, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de