16:54 22 Çile 2018
Zindî
    Brîtanya

    Ingilîzan armanca DAIŞê ya Stenbolê nivîsî: Ne tehdîd lê planeke çalak e

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sky News di nûçeyeke xwe de ku çavkaniya wê raydarên istixbaratê nîşan dide, nivîsiye ku DAIŞê dê dever, dibistan û navendên ciwanan yên cihûyan bike armanc.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyê, ev agahî ji wan şeş terorîstan hatiye bidestxistin ku hefteya borî li Dîlokê hatibûn girtin.

    Herwiha tê diyarkirin ku armanca êrîşê ya herî muhtemel dê kinîşteke cihûyan li Beyogluyê ye ku dibistan û komelyeke wê jî heye.

    Herwiha di nûçeyê de dibêje ku endamên istixbaratê wiha gotiye: "Ev ne tenê tehdîdeke teqez e lê belê planeke çalak e".

    Wek tê zanîn 19ê adarê, li Stenbolê teqîneke xwekuj pêk hatibû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin ku Îsraîlî jî di nav wan de hebûn.

    Di raporta SKY Newsê de wiha jî tê gotin: " Em bawer dikin ku DAIŞ ev êrîş û Brûkselê jî pêk anîne. Rêxistina DAIŞê niha li Tirkiye û welatên dî amadekariyên xurt dike ta ku êrîşan pêk bîne".
    Di dawiyê de tê gotin ku nayê zanîn bê ev êrîş wê kengî pêk werin, dibe ku di hundirê 24 saetan de be, dibe ku piştî çend rojan be".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Moskovayê dostên Tirkiye û Rûsyayê di xwarinê de hatin cem hev
    Tirkiye: PYD li Minbicê bi cih nabe
    Konsolê berê yê Hewlêrê, Tirkiye hişyar kir!
    The Times: ‘Amerîka û Tirkiye li ser Minbicê li hev nakin'
    HUDA-PAR: Bila Tirkiye lêborînê ji gelê kurd û Kurdistanê bixwaze
    Etîketan:
    televizyona SkyNews, bruksel, DAIŞ, Tirkiye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de