13:03 21 Tebax 2017
Zindî
    Pakîstan

    Li Pakîstanê êrişa xwekujî: 65 kuştî 200 birîndar!

    © Foto: AFP 2016/ Andrej Isakovic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1130 0 0

    Li paytextê parêzgeha Pencapê, Lahor êrîşeke xwekuj li lunaparkê pêk hat û li gorî agahiyên pêşî herî kêm 65 kes hatine kuştin û 200 birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya berdevka polîsan li lûnaparka bi navê "Gulşen îkbal" de, êrîşeke xwekuj pêk hat û di wê êrîşê de herî kêm 65 kes hatin kuştin û zêde ji200 kesî jî birîndar bûne.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yê êrîşkar roja yekşemê bijartiye ji ber ku roja bêhnvedanê ye û gelek kes diçin lunaparkê û di nav birîndaran de, gelek jin û zarok hene.

    Li gorî agahiyên, piştî teqînê gelek ambulans û polîs çûn cihê bûyerê û li gorî lêkolînên pêşîn yên pisporan, xwekuj 8 kîlo madeya teqemenî bi kar aniye.

    Serokwezîrê Pakîstanê Navaz Şerîf ev teqîn şermezar kir.

    Bi heman mijarî:

    Navê û cihê jidayikbûna endamên YPSê yên vê mehê jiyana xwe ji dest daye
    Li Mêrdînê 34 cerdevanan îstifa kir
    Li Geverê 2 teqîn, şer û pêvçûn!
    "Di teqîn û êrîşa Amedê de, teqez 28 leşker hatine kuştin"
    KURDISTAN - Teqîn: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    Li Amedê teqîn û êriş : 3 kuştî 24 birîndar!
    Stenbol - Li navçeya Avcilera teqîn!
    Etîketan:
    Serokwezîr, Gulşen îkbal, kuştin, birîndar, êriş, teqîn, Navaz Şerîf, lûnapark, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de