16:02 23 Mijdar 2017
Zindî
    Alan Kurdî

    Li Brezîlyayê skandala Alan Kurdî

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4210

    Li bajarê Esteioya Brezîlyayê di kampanya reklama parka avê ya bi navê FitFlexê de wêneyê alan Kurdî yê ku di Deryaya Egeyê de xeniqîbû bi kar anî û ev bû sedema skandaleke mezin.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarê Esteioya Brezîlyayê di kampanya reklama parka avê ya bi navê FitFlexê de wêneyê alan Kurdî yê ku di Deryaya Egeyê de bi malbata xwe ku dixwest derbasî Ewropayê bibe û xeniqîbû bi kar anî û ev bû sedema skandaleke mezin.

    Li ser namilkên ku 23ê Adarê de li panoyên kolanên Esteioyê belav kirin de tê gotin ku ‘avjenî nelukse, ji bo pêşveçûn û ewlehiya zarokên we tiştekî pêwist e.' Ev reklam ji xeyrî Brezîlyayê jî bû sedema nerazîbûnan.

    Duvido muito que você já tenha visto um anúncio mais sem noção do que esse.

    Posted by Publicidade e Propaganda da Depressão on Çarşem 23 Adar 2016

    Her wiha berpirsên parka avê jî li hemberî bertekan ragihandin ku ‘me di reklamê de xwest bale bikşînin ewlehiya nava avê' û bi wî awayê xwe parastin.

    Alan Kurdî, li Deryaya Egeyê li qeraxa Bodruma Muglayê piştî ku keştiya wan binav bibû laşe wî li qeraxê hatibû dîtin û ketibû rojeva cihanê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Stranbêjeke awistralî li ser Alan Kurdî stranek çêkir.
    Di encama doza Alan Kurdî de 2 kes hatin girtin
    Li bajarê Silêmaniyê peykerê Alan Kurdî hat çêkirin
    Şahbanûya Ûrdinê bergirî li Alan Kurdî kir
    Bavê Alan Kurdî: Karîkatora Charlie Hebdo ya ‘destdirêjiyê' ez giriyandim
    Etîketan:
    Deryaya Egeyê, Kampanyaya reklama parka FitFlexê, Alan Kurdî, Esteio, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de