01:24 14 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Kurdên ku tevlî DAIŞê bûne Hejmara wan hat diyarkirin

    © Foto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku heya niha ji tevahiya cîhanê 675 kurd tevlî refên terorîstên DAIŞê bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî malpera Rudawê Serokê Navenda Lêkolînên Tundiyê li Cîhanê Alex Hitch diyar kir ku ji tevahiya cîhanê 675 kurd tevlî refên terorîstên DAIŞê bûne.

    Alex Hitch dibejê; li gorî rêjaya welatên din hejmara kurdên tevlî DAIŞê bûne kêm e. Çimkî DAIŞ weke civaka Rojhilata Navîn nekariye bandorê li civaka Kurdan bike û ramanên cîhadî bandorê li xortên kurd nake."

    Hitchê ragihand ku,  ji ber ku li cem Kurdan hişmediyek nîştimanî heye ne mimkûn e DAIŞê li Kurdistanê cih bigre.

    Li gor daneyên Ewlekariya Herêma Kurdistanê heya niha 675 kurd tevlî refên rêxistina DAIŞê bûne.

    Li gor daneyên nû ji wan 200 kes di şerî de yan jî ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: ‘Heta DAIŞ li Mûsilê be, xeter dê li ser Kurdistanê hebe'
    TIRKIYE/SURIYE - DAIŞ êdî sinor kontrol nake
    Şefê îstîxbaratê: ‘Amerîkayê destûr da ku DAIŞ bi hêz bibe'
    DAIŞ ji bajarê stratejîk ê Iraqê vekişiya
    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    Etîketan:
    Kurdistan, kurd, DAIŞ, Alex Hitch, cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de