20:09 11 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtinên Cenevreyê

    KUK: ‘Heke berjewendiya kurdan neyê parastin, em encama Cenevreyê nas nakin'

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KUK) Selahatîn Soro ragihand ku heke berjewendiya kurdan neyê parastin, em encama biryara hevdîtinên Cenevreyê nas nakin.

    Navenda Nûçeya — Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KUK) Selahatîn Soro ragihand ku heke berjewendiya kurdan neyê parastin, em encama biryara hevdîtinên Cenevreyê ya derbarê kurdên Sûriyeyê nas nakin. Ji bo tevlibûna kurdan hê jî ne dereng e. Divê tu kes kurdan tenê wekî hêzeke leşkerî nebîne û îradeya wan bin pê neke. Heke grûbên kurd tev li civînên Cenevreyê nebin, di hevdîtinan de tu pêşveçûn çênabe. Em hêvî dikin ku Rûsya îsrara xwe ya ji bo tevlibûna kurdan a Cenevreyê bidomîne.

    Hevdîtin wê di 24ê Adarê de bi dawî bibin

    Hevdîtinên Cenevreyê ku roja duşemê dest pêkiribûn wê di 24ê Adarê de bi dawî bibe û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura jî di çarçoveya metnê hevdîtinan de wê ji heyetan daxwaza zelalkirina helwesta wan bike.

    Çavkaniyekî ku tev li hevdîtinên Cenevreyê bû ji ajansa Spûtnîkê re axivî got: ‘De Mistura ji her heyete wê 3 pirsê sereke bike. Ev mijar jî di dema pêvajoya derbasbûnê de wekî rêvebirî, makezagon û hilbijartin e.

    Staffan De Mistura îro wê bi heyeta hikumeta Sûriyeyê re û paşî jî bi mixalifan re wê hevdîtinekê bike. Komîteya Mizakereya Bilind ku ji mixalifên civîna Riyadê pêk tên ji bo pevajoya derbasbûnê planeke berfireh pêşkêşî De Mistura kirin û hikumeta Sûriyeyê jî li benda planeke wiha bû.

    Nûnerê Komiteya Mizakereyan a Bilind Salim El Mislet duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew amade ne bi hikumeta Sûriyeyê re rasterast dest bi hevdîtinan bikin.

    Bi heman mijarî:

    NY: ‘Ji bo Sûriyeyê alternatîfa Cenevreyê vegera şer e'
    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
    Lavrov: ‘Divê mixalifên laîk û demokrat jî li Cenevreyê cih bigrin'
    Lîsteya beşdarên Cenevreyê neguherî, PYD dîsa nehat vexwendin
    Lavrov û Kerry: Divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin
    Etîketan:
    Hikumeta Sûriyeyê, Komiteya Mizakereyan a Bilind, Hevdîtinên Cenevreyê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KUK), Salim El Mislet, Staffan De Mîstura, Selahatîn Soro, Cenevre, Swisra, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de