07:49 12 Kanûn 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu û Francois Hollande

    Peymana Tirkiye û YEyê wê 20ê Adarê têkeve meriyetê

    © AFP 2017/ STEPHANE DE SAKUTIN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir, peymana kêmkirina koçberab ya li hevkirina Tirkiye û YEyê ji bo îmzeyê pêşkêşî serokê dewletên Ewropayê hat kirin.

    Penaber
    © AFP 2017/ ARMEND NIMANI
    Navenda Nûçeyan — Piştî ku Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir, peymana kêmkirina koçberab ya li hevkirina Tirkiye û YEyê ji bo îmzeyê pêşkêşî serokê dewletên Ewropayê hat kirin. Her wiha Serokwezîrê Finlandiyayê Juha Petri Sipila ragihand ku peymana li hev kirine hat qebûlkirin.

    Li gorî ajansa Reutersê ku dispêrê berpisekî bilind yê Yekîtiya Ewropayê (YE) di pêşnûmayê de xalên ku derketine pêş bi vî awayî ne:

    *Fesla 33yemîn dê heta dawiya hezîranê were vekirin

    *Komîsyona Ewropayê, ji bo 3 milyar yurêyê ku texsîsî Tirkiyeyê bike, divê hetanî dawiya hefteyê lîsteyê amade bike.

    *Dîroka peymana li hev kirina Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê wekî 20ê Adarê hat diyarkirin

    *Tirkiye di nava 2 an jî 3 rojan de divê penaberan werbigre.

    Tirkiye amade ye ku peymanê qebûl bike

    Her wiha Serokwezîrê Finlandiya Juha Petri Sipila ragihand ku peyman hat qebûlkirin û dewleta Tirkiyeyê jî amade ye ku peymanê bi vî rengî qebûl bike.

    Bi heman mijarî:

    Komîsyona Ewropa: ‘Ji bo Tirkiyeyê em ji standardan tavîzê nadin'
    Parlamenterê HDPê: ‘Ewropa berpirsiyarê komkujiya kurdan e’
    Mogherini: Dewletên Ewropa piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan
    Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Însanî li Şamê ofîsê vedike
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Etîketan:
    Konseya Yekîtiya Ewropayê, Hikumeta Tirkiyeyê, Juha Petri Sipila, Donald Tusk, Ahmet Davutoglu, Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de